Dinya

Li Hong Kongê di sîteyekê da şewat derket û 13 kes mirin, 15 kes birîndar bûn

Damla Delialioğlu  | 26.11.2025 - Rojanekırın : 27.11.2025
Li Hong Kongê di sîteyekê da şewat derket û 13 kes mirin, 15 kes birîndar bûn

Ankara

 Li herêma Tai Po ya Herêma Rêveberiya Taybet Hong Kongê ya Çînê, di sîteyeke 8 apartmanî da şewat derket û di encamê da 13 kes mirin, 15 kes jî xedar birîndar bûn.

Li gorî nûçeya rojnameya South China Morning Post (SCMP) ya navend Hong Kongê, li Tai Poyê di sîteyeke 8 apartmanî da şewat derket.

Şewat di sîteyê da ya ku ji 1900î zêdetir daîre lê hene, di rûyê îskeleyên bambû da yên ji bo nûkirina avahiyan di cebheyê derva da sazkirî bûn, zû belav bû.

Peywirdaran eşkere kir ku ji ber şewatê yek jê îtfaiyevan, 13 kes mirin û 15 kes jî xedar birîndar bûn.

Peywirdaran her wiha destnîşan kir ku 128 wesayîtên temirandina şewatê û 57 ambulans bo cihê bûyerê hatin sewqkirin.

Tê texmînkirin di sîteyê da derdora 4 hezar kes rûdinên û her wiha sedema derketina şewatê vê gavê nayê zanîn.

Xebatên ekîbên îtfaiyeyê yên temirandina şewatê berdewam in.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın