Li HKIyê bi hinceta ewlehiyê tetîla nîvê salê hildan pêş
Arbil
Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) ragihand ku "ji bo berjewendiya kamuyê, parastina ewlehiya mamoste û xwendekaran" tetîla nîvê salê hildan pêş û hemû saziyên perwerdeyê ji bo 15 rojan hatin tetîlkirin.
Wezaretên Hîndekariya Bilind û Perwerdeyê ya HKIyê ji ber pevçûnên di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê da der barê saziyên perwerdeyê yên li herêmê da daxuyaniya hevpar dan.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku "Ji ji bo berjewendiya kamuyê, parastina ewlehiya mamoste û xwendekaran biryar hat dayîn ku hemû saziyên perwerdeyê bên tetîlkirin."
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku biryar hat dayîn ku tetîla nîvê salê ya divê di 11ê adarê da dest pê bike di 8ê adarê da dest pê bike û heta 23yê adarê dewam bike.
Hat ragihandin ku biryara navborî ji bo hemû dibistanên dewletê û yên taybet û saziyên navneteweyî biryardar e.
Ji ber destpêkirina pevçûnên di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê da li HKIyê di 1ê adarê da dibistan ji bo hefteyekî hatibûn tetîlkirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
