HEWLÊR
Hat ragihandin ku di Parlementoya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) de hin parlementerên Tevgera Goran û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi kulman dawşandin hev û li hev xistin.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên parlementoyê hatin hildan di rûniştina Lijneya Giştî ya ku endamên çapemeniyê negirtin hundir de li ser mijara avakirina wezareteke nû ya di bin banê "Wezareta Herêmê" de sekinîn. Di dema hevdîtinan de parlementerê Tevgera Goran Elî Hemê Salih axivî û mijara wezifeya Serokê HKIyê Mesûd Barzanî bi bîr xist. Li ser vê tevgerê parlementerên PDKyê Nazim Kebîr û Merdan Xidir jî ragihandin ku mijara li serê xeberdidin ne dema serokatiyê ye û îtiraz li Salih kirin. Li ser vê îtirazê parlementerên her du hêlan jî beziyan hev û paşê jî şer kirin. Serokatiya Parlementoyê jî ji ber şer navber da rûniştinê.
Ji parlementoya HKIyê parlementerê Tevgera Îslamê (Bizotnewe) Şivan Kaladîziyê ku bi tena serê xwe nûnertiya muxalefetê dike der heqê şerê di parlementoyê de daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Parlementerê Goranê Elî Hemê Salih mijara wexta serokatiya Mesûd Barzanî anî rojevê û du parlementerên PDKê îtiraz li gotina wî kirin û şer ji ber vê derket. Parlementeran kulm dawşandin hev. Ez wisa texmîn dikim ku ji berê ve van hevalên hanê rika xwe kutabû hev.
Kaladîzî diyar kir ku di parlementoyan de rageşî tiştên asayî ne û li çar aliyê dinyayê jî ev tişt diqewimin û tiştê girîng ew e ku hemû şer û pevçûn ji bo maf û azadiyên xelkê xwe bên dayîn.
Parlementerê Goranê Êvar Îbrahîm jî di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku parlementerên PDKê êrîşî Elî Hemê Salih kirin û wiha dewam kir: "Xeletiyeke mezin kirin. Heke di parlementoyê de parlementer bên kutan wê xelk çawa ji me bawer bike? Bi rastî jî ev rewşeke pir bi şik e."
Parlementerê Partiya Yekîtiya Îslamî (Yekgirtû) Ebûbekîr Helednî jî ragihand ku bi derbkirina parlementer ve weqara parlementoyê kêm bû.
Parlementerê PDKê Umîd Xoşnav jî da zanîn ku hewce nake meriv vê bûyera qewimiye mezin bike.