SULEYMANIYE
Endamê Hîndekariyê yê Zaningeha Suleymaniyê Dr. Heval Ebubekîr da zanîn ku li Herêma Kurdîstana Iraqa Federal (HKIF) gel, di ezmûna demokrasiyê de bi ser ket û got: "Ev hilbijartin ji bo me bi qasî raperîna sala 1991an girîng e, em di ezmûna demokrasiyê de bi ser ketin."
Dr. Heval Ebubekîr niqaşên piştî hilbijartinan yên damezrandina hikûmetê ji AAyê re nirxand û wiha got: "Di roja hilbijartinan de hin alozî derketin, lê dîsa jî hilbijartin bi awayekî baş bi dawî bûn. Niha em li hêviyê ne ku bê mudaxaleya partiyan encam bên diyarkirin. Heke encam diyar bibin û gel encamê bipejirîne dê serkeftin bê tescîlkirin."
Dr. Heval bal kişand ser rewşa xirab ya Rojhilata Navîn û got: "Li Rojhilata Navîn kaosek mezin rûda ye, lê li Kurdîstanê her diçe demokrasî bihêztir dibe. Demokrasî gaveke berwext nîne, wek zincîreke ku dewama wê heye ye. Carekê qezenckirin têrê nake. Me gava sereke avêt. Gel ji sedî 73 beşdarî hilbijartinan bû. Hebûna muxalefet û 31 partiyan destkeftineke baş e."
- Di hilbijartinan de kê çima qezenc kir û kê çima wenda kir?
Dr. Heval serkeftina PDKê wiha nirxand: "PDK demeke dirêj e ku li herêmê xwediyê hêzeke mezin e û têkiliyên wê yên bi hilbijêrên wê re pir baş in. Sedema wenda kirina YNKê jî kêmbûna têkliya di navbera serokê partiyê û gel de ye. Goranê ji bo ku guhdariya dengê gel dike, evqas ray standin. Hejmara dengê partiyên Îslamî jî zêde bû lê serkeftina ku dixwastin bigîhijinê bi dest nexistin."