Li Hindistanê hejmara kesên ji ber Kovîd-19ê mirin derket asta herî bilind
Ankara
Li Hindistanê ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) di rojekê da 4 hezar û 187 kes mirin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Hindistanê di rojekê da 401 hezar û 78 kes bi Kovîd-19ê ketin û 4 hezar û 187 kes mirin.
Li gor agahiyan li Hindistanê hejmara mirinên ji ber Kovîd-19ê ya rojane derket asta herî bilind.
Li Hindistanê 21 milyon û 892 hezar û 676 kes nexweş ketine û heta niha 238 hezar û 270 kes mirine.
Li welêt 3 milyon û 723 hezar û 446 nexweş hê tên dermankirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.