Dinya, Koronavîrus

Li Hindistanê di şewba Kovîd-19ê da hejmara pêketiyan a rojane ji 200 hezarî derbas bû

Fuat Kabakcı  | 15.04.2021 - Rojanekırın : 15.04.2021
Li Hindistanê di şewba Kovîd-19ê da hejmara pêketiyan a rojane ji 200 hezarî derbas bû

Ankara

Li Hindistanê ku ji wan welatan e cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) herî zêde lê tesîr kiriye, di 24 saetên dawîn da 200 hezar û 739 pêketiyên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiya Hindistanê, 24 saetên dawîn 1038 kes ji ber Kovîd-19ê mirin û bi vî awayî hejmara kesên ku ji ber Kovîd-19ê mirin derket 173 hezar û 123yan.

Li Hindistanê her wisa di 24 saetên dawîn da 200 hezar û 739 pêketiyên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin û bi vî va jî hejmara pêketiyan bû 14 milyon û 74 hezar û 564.

Li gorî daneyên ku malpera "Worldometers" der barê Kovîd-19ê da berhev dike, Hindistan li dinyayê welatê 2yemîn e ku hejmara pêketiyan herî zêde ye, her wisa ji welatên ku herî zêde kes ji ber Kovîd-19ê dimirin jî di rêza 4emîn da ye.

Hindistan ji 2yê Nîsanê vir va li dinyayê ew welat e ku herî zêde pêketî lê tên tesbîtkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın