Dinya

Li Hindistanê balafireke rêwiyan ket

Ayşe İrem Çakır, Irmak Akcan, Zeynep Katre Oran  | 12.06.2025 - Rojanekırın : 12.06.2025
Li Hindistanê balafireke rêwiyan ket

Ankara

 Li bajarê Ahmedabadê ya li ser Gucerata eyaleta Hindistanê li nêzîkî balafirgehê balafireke rêwiyan ket.

Li gor nûçeyên di çapemeniya Hindistanê da derketin, balafireke rêwiyan a ku ji Balafirgeha Sardar Vallabhbhaî Patel a Navneteweyî ya Ahmedabadê rabû ku here Balafirgeha Londra Gatwickê, piştî demeke kurt a rabûnê ket.

Di çapemeniya Hindistanê da hat gotin ku hejmara balafirê "Air India 171" û tîpa wê jî "Boeing 787-8 Dreamliner" e.

Der barê hejmara rêwiyan da hejmar diguherin, lê Air Indiayê daxuyand ku di balafirê da 242 rêwî û murettebat hebûn.

Şirketê daxuyand ku ji rêwiyan jê 169 kes welatiyên Hindistanê, jê 53 kes yên Îngiltereyê, jê kesek yê Kanadayê û jê 7 kes jî yên Portekizê ne.

Îdareya Hewageriya Sivîl ya Hindistanê daxuyandibû ku di balafira ku ketiye da jê 232 rêwî û 12 jî murettebat, tevahî 244 kes hene.

Ji hêla din, der barê hejmara rêwiyan û sedema qezayê da hê daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.

- Tê texmînkirin ku Serokwezîrê berê yê Guceratê Rupanî jî di balafira da ye

Dîmenên balafira ku ketiye li ser medyaya civakî hat parvekirin, gelek ekîbên agirkuj û ambulansê jî çûn cihê bûyerê.

Li gorî nûçeya India Todayê ya ku kesên navên wan nehatine eşkerekirin wek çavkanî nîşan dide, tê texmînkirin ku Serokwezîrê berê yê Guceratê Vîjay Rupanî jî di balafira ketî da ye.

- Serokwezîr Modî bi rayedaran re civiya

Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modî bi Wezîrê Hewageriya Sivîl Ram Mohan Naîdu ra der barê qezaya balafirê da axivî.

Modî diyar kir ku ji bo xebatên xelaskirin û alîkariyê yên li cihê qezaya balafirê tên meşandin çi piştgirî hewce dike wê bê dayîn û xwest ku ew li ser rewşê her tim bi rêkûpêk bê agahdarkirin.

Wezîr Naîdu ji bo lêkolînan çû Ahmedabada ku balafir lê ketiye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın