Dinya, Koronavîrus

Li Hindistanê hejmara pêketiyan Kovîd-19ê derket asta herî bilind

Emre Aytekin  | 05.05.2021 - Rojanekırın : 05.05.2021
Li Hindistanê hejmara pêketiyan Kovîd-19ê derket asta herî bilind

Ankara

 Li Hindistanê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) ji 20 milyonî derbas bû û di 24 saetên dawîn da hejmara pêketiyan derkete asta herî zêde.

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Hindistanê di 24 saetên dawîn da 382 hezar û 452 pêketî hatin tesbîtkirin û hejmara pêketiyan derket 20 milyon û 665 hezar 248 kesan.

Dîsa di 24 saetên dawîn da ji ber vîrusê 3 hezar û 780 kes mirin û hejmara miriyan derket 226 hezar û 118 kesan. Ji destpêkê hetanî niha herî zêde meriv îro mirin.

Li welêt dermankirina 3 milyon û 487 hezar û 229 kesan hê dewam dike.

Pispor hişyariyê didin û dibêjin dibe ku hejmara mirî û pêketiyan ji ya tê eşkerekirin zêdetir be.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın