Li Hindistanê di hezazê da 4 kes mirin û qedera 100 kesî jî wenda bûn
Hat diyarkirin ji kesên wenda 9 jê personelê artêşê ne ku di xebatên lêgerîn û xilaskirinê da beşdar bûn

Ankara
Hat destnîşankirin, li eyaleta Uttaraxandê ya Hindistanê, ji ber lehî û hezazê qedera 100 kesî wenda bûn ku ji ber barana gumrah çêbûbû û di encamê da 4 kes mirin.
Li gorî nûçeya Hindustan Timesê, li herêma Dharaliyê ya eyaletê ya ku duh ji ber taviya baranê ya ji nişkêva lehî û hezaz çêbû, xebatên lêgerîn û xilaskirinê didomin.
Peywirdaran destnîşan kir ku afata bû sedema mirina 4 kesan, di asta "xeter" da ye, lewra bi qasî 100 kesî xeber nayê sitandin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.