Dinya

Li Hindistanê di afatên ji ber barana gur çêbûn da 21 kes mirin

Sercan İrkin  | 21.08.2025 - Rojanekırın : 21.08.2025
Li Hindistanê di afatên ji ber barana gur çêbûn da 21 kes mirin

Istanbul

 Li Hindistanê ji ber barana gur lehî û hezaz çêbûn û di van afatan da di nav 5 rojan da 21 kes mirin.

Li gorî rojnameya The Times of Indiayê, barana gur li eyaleta Maharashtrayê bû sedema lehî û hezazê.

Di navbera 15 û 19ê Tebaxê da, ji ber barana gur afat çêbûn ku di van da 21 kes mirin.

Li bajarê Mumbaiyê ya li ser eyaletê jî, ji ber barana gur bi qasî 400 û 500 kes hatin texliyekirin.

Li Asyaya Başûr baranên Musonê yên di navbera Hezîran û Îlonê da dibarin her sal Hindistan di serî da li gelek cihan dibin sedema afat û qezayên mezin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın