Li Hewlêra bajarê Iraqê li dû hev dengê teqînan hat bihîstin
Ankara
Hat ragihandin ku li Hewlêra bajarê Iraqê peyê hev dengê teqînên tund hatin bihîstin.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên herêmî hat hildan, li Hewlêrê dengê teqînan hat bihîstin.
Piştî bihîstina wesayîtên esmanî yên bêfirokevan (ÎHA) ên kamîkaze, pergalên parastina esmanî ketin dewrê.
Piştî bihîstina dengê teqînan hat gotin ku digel Balafirgeha Hewlêrê, Serkonsolosxaneya Amerîkayê, hin dever û Kampa Azadiyê ya li navçeya Koysancaqê kirin hedef. Di nava Balafirgeha Hewlêrê da baregeha Amerîkayê jî heye.
Hat gotin ku malbatên endamên Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê (PDKÎ) li Kampa Azadiyê diman.
Li gor dîmenên ku li ser medyaya civakî hatin parvekirin, ÎHAyek li qada niştewarê dikeve.
Ji aliyê din va li gor medyaya herêmî li esmanê bajarê Silêmaniyê dengekî zêde yê balafirên şer hatin bihîstin.
Her wiha li bajarê Duhokê jî bihîstina dengê teqînê hat ragihandin, li gor parvekirinên ser medyaya civakî li bajêr ÎHAyek hat xistin.
Duh bi ÎHAyê êrîşî xaniyê Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Nûçîrvan Barzanî yê li wilayeta Duhokê jî kiribûn û hatibû ragihandin ku tiştek bi kesî nehat.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
