Dinya

Li Hewlêrê li dijî avahiya Walîtiyê êrîş

Li Herêma Kurdistana Iraqê li bajarê Hewlêrê 3 kesên nenas bi çekan êrîşî avahiya Walîtiyê kirin. Di bûyerê da polêsek birîndar bû

Önder Beyter  | 23.07.2018 - Rojanekırın : 23.07.2018
Li Hewlêrê li dijî avahiya Walîtiyê êrîş

Arbil

HEWLÊR

Li bajarê Hewlêrê yê Herêma Kurdistana Iraqê 3 kesên nenas bi çekan êrîşî avahiya Walîtiyê kirin. Di bûyerê da polêsek birîndar bû.

Peyamnêrê AAyê ku li ciyê bûyerê ye, diyar kir 3 kesên ku di destê wan da çekên giran hene, ketin avahiya Walîtiyê û çekên di destê xwe agir kirin. Di encamê da polêsekî ku avahiya Walîtiyê diparêze birîndar bû.

Ji aliyekî din va jî hat îdiakirin, êrîşkarên ku di hundir da xwe veşartine, personelê Walîtiyê rehîn girtine.

Li dewrûbera avahiyê tevdîrên ewlehiyê yên qewîn hatin wergirtin û herwiha ji hundir hê jî dengên guleyan tê.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın