Li Hewlêrê karkerên rojane di kelekela havînê ya zêdeyî 45 pileyan da dixebitin
Arbil
Li bajarê Hewlêra Herêma Kurdistana Iraqê, (HKI) karkerên rojane yên karên cuda cuda yên wekî karkerî û hembaliyê dikin, di kelekela havînê ya zêdeyî 45 pileyan da ji bo ku parî nan bibin mala xwe, bi saetan li devê rêyan dimînin.
Şêniyên bajêr di saetên ku pileyên germê pir zêde dibin da ji mal dernakevin, lê karkerên rojane li ser peyarêyan rêz dibin û li benda karekî dimînin.
Karkerên ku li gorî karê dikin rojê 20 hezar an jî 50 hezar dînarî (qedera 400-1000 TL) qezend dikin, bi piranî karkeriyê û hembaliyê dikin.
Şivan Mihemedê ku li ber tava havînê li ser kolanê li benda kar e, ji peyamnêrê AAyê ra axivî û diyar kir ku 15 sal e ew di karê rojane da dixebite û pê debara malbata xwe dike.
Mihemed wiha axivî, "Em serê sibehê ji saet 07.00an heta êvarê saet 16.00an li vir li benda şixulekî ne. Germahî li ser tenduristiya min xetereyeke mezin pêk tîne. Em li vir bi qasî 200 karkerî ne. Rojê ji kêmî me ra kar derdikeve."
Adil Mihemedê ku qedera 20 salan e vî karî dike jî diyar kir ku van dawiyan şixul jî kêm bûne û wiha dewam kir, "Vê yekê kir ku zêdetir kes li ser kolanê di bin tîrêjên tavê da bimîne. Ji ber germê hin karker ji xwe va çûn. Ji ber tavê çermê me şewitiye û tenik bûye. Lê me tu çare nîne, em neçar in ku bisekinin, lewra ne diyar e kar dê kengê bi dest me bikeve."
