Dinya

Li Hewlêrê ji ber Kovîd-19 û qeyrana aborî bazar qerebalix nînin

Ji esnafên li sûkê Kamuran Kemal: "Di jiyana min da qet nayê bîra min ku berê rewşeke wiha çêbûye. Çawa bûya dîsa gel eyda xwe pîroz dikir. Lêbelê îsal ji ber hatina vîrusa koronayê livdariya li sûkê bi temamî rawestiya"

Elif Irmak  | 29.07.2020 - Rojanekırın : 30.07.2020
Li Hewlêrê ji ber Kovîd-19 û qeyrana aborî bazar qerebalix nînin

Arbil

Li Hewlêra bajarê Herêma Kurdistana Iraqê r ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) û qeyrana aborî li sûk û bazarên herêmê pêşiya eydê qerebalixiya berê tune.

Li tevahiya Iraqê tevdîrên ku ji meha adarê va ji ber şewba Kovîd-19ê tê tetbîqkirin, sînordarkirinên derketina derva û qedexeyên seyaheta di navbera wilayetan da tesîreke neyînî li ser jiyanê dike.

Digel vê bihayên neftê ku yek ji çavkaniyên dahatê yên herî girîng ên welêt e jî di maweya pandemiyê da ket û ev yek jî bû sedem ku dewlet di temînkirina mehaneyên xebatkarên kamuyê da zehmetiyê bikşîne.

Hikûmeta navendî ya Iraqê ji ber nelihevkirina bi birêvebiriya Hewlêrê ra ji gulanê pê va mehaneyên bi sedhezaran karmendên li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) yan kêm dide yan jî qet naşîne.

Di van rojên ku şewba Kovîd-19ê û jêbirîna mehaneyê heye li tevahiya Herêma Kurdistanê li gor eydên berê amadehiyeke kelecanî û qerebalix xuya nake.

- "Livdariya li sûkê bi temamî rawestiya"

Kamuran Kemalê ku 30 sal e li Sûka Qeyseriyê ya dîrokî ya Hewlêrê esnafiyê dike ji nûçegihanê AAyê ra axivî û got ku "Di jiyana min da qet nayê bîra min ku berê rewşeke wiha çêbûye. Çawa bûya dîsa gel eyda xwe pîroz dikir. Lêbelê îsal ji ber hatina vîrusa koronayê livdariya li sûkê bi temamî rawestiya."

Kemalê ku cil û pêlavên jinan difroşe got ku rewşa esnafê li sûkê qet baş nîne, îsal kar heta ji sedî 80yî kêm bû.

Kemal got ku "Min sibehê zû dikana xwe vekir û heta niha tenê min cotek pêlav firotiye. Min berê di erefeya eydê da rojane 30 yan 40 cot pêlav difrot."

- "Cara ewil e ku ez rastî tiştekî wiha têm"

Serbaz Ziyadê ku li sûka dîrokî êmîş û şekiran difroşe jî dibêje ku rewş qet baş nîne.

Ziyadê ku li ber derê dikana bêdeng a ku mişterî nayê rûdinê wiha axivî: "Gelek esnaf ji hêla malî va di nav tengasiyeke mezin da ye. Ez ji zarokatiya xwe va dixebitim lêbelê cara ewil e ku rastî rewşeke wiha têm. Berê rewş xira bûya jî me çend tişt difrotin û çend quriş dikete destê me. Niha karê me ji sedî 95 kêm bûye. Wisa bifikirin heke berê min bi bihayê 100 dolarî kar bikira niha ev 5 dolar e."

Ziyad da zanîn sedemek tenê ya sekaniya li sûk, bazar û piyaseyê tune û ev gotin:

"Ya ewil qedexeyên ku ji ber vîrusa koronayê ya di navbera wilayetan da tên tetbîqkirin û welatiyên ku li wilayetên başûr ên Iraqê dijî nikarin seyahet bikin. Berê turîstên herêmî ji herêmên cuda dihatin û li Hewlêrê dan û sitandin dikirin. Kêmbûna kar ji sedî 50 ji ber vê ye. Ya din jî nedayîna mehaneyan e. Di bêrika gel de pere tune. Nikare tiştên dixwaze bikire."

- "Zarok ji bo eydê cilan dixwazin"

Kardo Mihemedê ku li Sûka Qeyseriyê li dikanan dinêrî û digeriya jî behs kir ji ber ku pereyê wî tune nikare ji zarokên xwe re cilên eydê bikire.

Mihemed got ku "Ji ber Kovîd-19ê em hemû di nav tengasiyeke mezin da ne. Ji bo ku li malê pirsgirêk dernekeve derdikevim derva. Ne mehane heye ne jî pere."

Mihemed got ku mezin ji halê fehm dikin bi pariyek nan debar dikin û wiha axivî: "Lêbelê hûnê çi bibêjin ji zarokan ra? Zarok ji bo eydê cilan dixwazin, nan dixwazin. Her roj bacan nayê xwarin! Rayedarên hikûmetê neheqiya herî mezin li vî gelê dikin, bila bên bikevin nav me û bibînin ka hewcedariyên me çi ne."

Şîkofe Huseyîna ku li saziyeke li HKIyê wek karmend dixebite jî got ku "Zarokekî min tenê heye. Me wekî berê eydê nekarî ku hemû daxwaz û hewcedariyên xwe bikirin. Ji ber rewşê tu kes nikare baş amadehiyên eydê bike."



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın