Dinya

Li Hewlêrê agir bi bazarê ket zirar li 300 dikanî ket

Haydar Şahin  | 24.07.2020 - Rojanekırın : 25.07.2020
Li Hewlêrê agir bi bazarê ket zirar li 300 dikanî ket

Istanbul

 Li Hewlêra bajarê Iraqê agir bi çarşiyê ket, li gor tesbîtên ewil ji 300î zêdetir dikanî zirar dît.

Serkeft Kareşê Berdevkê Midûriyeta Parastina Sivîlan a Hewlêrê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li çarşiya bi navê Bazara Sîmê tê zanîn a li Kurdistana taxa Hewlêrê ji ber sedemeke hê nayê zanîn şewat derket.

Kareş destnîşan kir ku agir di demeke kin da xwe avête dikanên din jî, ekîbên agirkujiyê ji bo temirandina agir dixebitin lêbelê şewat hê nehatiye temirandin.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin sitandin, di şewatê da ji 300î zêdetir dikanî zirar dît.

Li bazara herî zêde amûrên elektronîk lê tên firotin herî dawîn di 15ê hezîrana 2018an da şewat derketibû û ji 100î zêdetir dikan bibûn xirabe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın