Dinya

Li Hesekêya tijî neft ku YPG/PKKê dagir kiriye milet nikare sotemeniyê peyda bike

Ethem Emre Özcan, Ömer Koparan, Eşref Musa  | 17.08.2022 - Rojanekırın : 18.08.2022
Li Hesekêya tijî neft ku YPG/PKKê dagir kiriye milet nikare sotemeniyê peyda bike

Haseke

 Li Hesekêya bajarê Sûriyeyê ku YPG/PKKya rêxistina terorê dagir kiriye û bîrên neftê lê gelek in, milet ji sotemeniyê mehrûm e. Şêniyên herêmê xwedî wê qinaetêne ku ji herêmê sotemenî tê revandin û ev qeyran jî ji ber vê yekê ye.

Terorîstên YPG/PKKê dest danîne ser ji sedî 90ê çavkaniyên neftê yên li Sûriyeyê û li şêniyên herêmên ku dagir kirine jî ji vî nîmeta (neft/sotemenî) hanê bêpar dihêlin.

Li bajarê Hesekê ya ku qadeke wek Rûmeylanê lê ye û ji hêle neftê va jî gelek dewlemend e di bin dagirkeriya YPG/PKKê da ye lê li wê derê jî qeyrana sotemeniyê heye.

Li seranserê bajêr gelek îstasyonên sotemeniyê hene lê rêxistina terorê ya dest daniye ser sotemeniyê bi tenê ji ser 3 îstasyonên bajêr sotemeniyê dide firotin.

Li herêma ku dema bêderêye cotkar ji bo bikaribin sotemeniyê têxin wesayîtên xwe bi saetan di dorê da dimînin.

17.08.2022

Li Hesekêya tijî neft ku YPG/PKKê dagir kiriye milet nikare sotemeniyê peyda bike

Li Hesekêya bajarê Sûriyeyê ku YPG/PKKya rêxistina terorê dagir kiriye û bîrên neftê lê gelek in, milet ji sotemeniyê mehrûm e. Şêniyên herêmê xwedî wê qinaetêne ku ji herêmê sotemenî tê revandin û ev qeyran jî ji ber vê yekê ye.

Ji ber qelebalixiya zêde piraniya kesên nikarin sotemeniyê bikirin ji bazarareş lîtreya mazotê bi bihayê sê qatî ya yanî bi 1200 lireyê Sûriyeyê (5 Lireyê Tirk) dikirin.

- Qaçaxçîtiya neftê û qereborsa qeyranê kûrtir dike

Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên herêmî berhev kirin YPG/PKK nefta ku nade gel bi navbeynkariya bazirganên nêzî xwe va di qereborsayê da difiroşe.

Rêxistin di heman demê da neftê ber bi herêmên di bin kontrola rejimê da ne jî direvîne û ev yek jî dibe sedema qeyranê.

Rêxistina terorê bazirganiya neftê ya bi rejima Esed ra bi navbeynkariya rêvebirê milîs û parlementer Husam Katirciyê ku nêzî rejimê ye, dike.

YPG/PKKya rêxistina terorê ya li herêmê "şirîkê" Amerîkayê ye him neftê difiroşe rejimê û him jî bi Husam Katirci ra bazirganiyê dike. Katirci di lîsteya kesên li ser wan mieyîde hene û aîdê Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ye da ye cî digire û YPG/PKK qanûnên Amerîkayê binpê dike.

- "Nefta me mîna behrê ye lê direvînin"

Şerîf Naserê li Qamişloya navçeya Hesekê dijî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li herêmê bi sedan hezar sivîl dijîn lê bi tenê 3 îstasyonên sotemeniyê dişûxilin.

Naser got ku ew di saet 05.00an da hatiye û di saet 15.00an da ji îstasyonê çûye û xeberdana xwe wiha domand: "Depoya wesayîtan nayê tijîkirin. Heke bêkota sotemenî bê dayîn ev qeyran çênedibû. Niha qeyraneke mezin heye. Bi qasî behrê nefta me heye lê direvînin."

- "Em diçin bajarên din"

Ji şêniyên Hesekê Yaser Elî jî got ku li herêmê ji ber sotemeniyê qeyraneke mezin heye û wiha domand: "Nîvê rojê di dorê da derbas dibe. Di mehên havînê da lazime sotemenî gelek be lê ev qeyran çima heye nizanim. Di belavkirinê da newekhevî heye û nizanim gelo sotemeniyê direvînin dereke din."

Salih Ebî Îsayê ji Hesekê ye jî got ku di çavkaniya sereke da sotemenî heye lê di belavkirinê da pirsgirêk heye û hin caran ji bo temînkirina sotemeniyê ew diçin bajarên din.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın