Dinya

Li Heseka parêzgeha Sûriyeyê pêvajoya entegrasyonê destpê kir

Muhammed Karabacak, Çağrı Koşak  | 03.02.2026 - Rojanekırın : 03.02.2026
Li Heseka parêzgeha Sûriyeyê pêvajoya entegrasyonê destpê kir

Syria

Fermandarê Ewlekariya Navxweyî ya Hesekê Tuxgeneral Merwan Elî ragihand ku di çarçoveya peymana ku di navbera hikûmeta Sûriyeyê û rêxistina terorê YPGê da hatiye îmzekirin de pêvajoya entegrekirina hêzan li herêmê dest pê kir.

Fermandarê Hêzên Ewlekariya Navxweyî li Hesekê Tuxgeneral Elî, piştî ku karwanek ser bi yekîneya ewlehiya navxweyî ya Wezareta Navxweyî ya Sûriyeyê ket navenda bajarê Hesekê, daxuyaniyeke çapemeniyê da.

Elî diyar kir ku wan bi hemahengiya hêzên heyî yên li parêzgeha Hesekê dest bi girtina ewlehiya navxweyî ya bajêr kirine û hêzên ewlehiyê yên bi navê "Asayîş" ên girêdayî YPGê dê hêdî hêdî tevlî hêzên Ewlekariya Navxweyî ya Sûriyeyê bibin.

Tuxgeneral Elî destnîşan kir ku qonaxa yekem a pêvajoyê li navenda Hesekê bi hejmareke sînorkirî ya hêz û wesayîtan dest pê kir, û got, "Em bi hejmareke sînorkirî ya hêz û wesayîtan ketin bajarê Hesekê, û ji aliyê gel va em hatin pêşwazîkirin. Ev gava yekem e ber bi bicihanîna şertên peymana ku di 18ê Çileya Paşîn da di navbera hikûmeta Sûriyeyê û HSDê da hatiye çêkirin."

- Qonaxa Piştra Qamişlo

Elî diyar kir ku piştî xebatên dewrkirina ewlehiya navxweyî li Hesekê, ew ê ber bi Qamişloyê va biçin û got, "Gava duyemîn a ku me behs kir, bi îzna Xwedê, sibê ketina bajarê Qamişlo ye. Îro, ev gav bi saya aqilê hevpar ê her du aliyan pir aram bû."

Tuxgeneral Elî zêde herwiha got, "Ji bo bicîhanîna şertên peymanê, divê em hemî alîkariya hev bikin. Ez bang li her kesî dikim ku li vir piştgirî bidin aramî û hizûra gelê me. Di vê pêvajoyê da, giring e ku her du alî jî bi biryar bin ku şertên peymanê bicîh bînin."

Elî, banga rawestandina gotinên nefretê kir û tekez kir ku rayedarên dewletê gotinên bi vî rengî qebûl nakin.

Tuxgeneral Elî destnîşan kir ku piştî hevdîtinên li Qamişloyê sibê (îro), xalên din jî dê werin bicîhanîn, di nav van da tevlîkirina hêzên herêmî yên cûrbecûr yên weke yekîneyên "Asayîş"ê û hêzên kontrolê yên di bin Wezareta Karên Navxweyî da hene.

Di çarçoveya peymana ku di navbera hikûmeta Sûriyeyê û rêxistina terorê YPGê da hatiye îmzekirin da, karwanek ser bi yekîneya ewlehiya navxweyî ya Wezareta Karên Navxweyî ya Sûriyeyê ket navenda bajarê Hesekê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın