Dinya

Li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya li Îdlibê 39 sivîlên din jî di êrîşên rejima Esed û Rûsyayê da hatin kuştin

Di êrîşên esmanî yên Rejima Beşar Esed û alîgirê wê Rûsyayê de li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya li Îdlibê 8 sivîl hatin kuştin, di nav du rojan hejmara sivîlên kuştî gihişt 39an.

Türkan Tosun  | 23.01.2020 - Rojanekırın : 24.01.2020
Li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya li Îdlibê 39 sivîlên din jî di êrîşên rejima Esed û Rûsyayê da hatin kuştin

İdlib

 Di êrîşên esmanî yên Rejima Beşar Esed û alîgirê wê Rûsyayê de li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya li Îdlibê 8 sivîl hatin kuştin, di nav du rojan hejmara sivîlên kuştî gihişt 39an.

Li gor agahiya çavdêrîxaneya balafiran a muxalifan, balafirên şer ên Rûsya û rejimê ji şev pê va êrîşî navçeya Serakîbê ya li başûrê Îdlibê, gundên Til Debîs, Cuzef, Ernebe û Til Nebî Eyyubê yên li ser Îdlibê û herêmên Îkarda, Leyramon û Raşîdînê yên başûr û rojavayê Helebê, bajaroka Xan Tumanê û gundên Keferhemra û Halsayê kirin.

Di daxuyaniya Parastina Sivîlan a Îdlibê (Kumspî) da hat gotin li Ernebeyê ji heman malbatê jê 2 kes zarok û jinek tevahî 3 kes, li Serakîbê 5 kes tevahî 9 kes hatin kuştin.

Ji ber berdewamiya êrîşan ji zêdebûna hejmara miriyan ditirsin.

Di nav du rojan da tevahî 39 sivîl di êrîşan da hatin kuştin.

Ji başûr û başûrê rojhilatê Îdlibê û rojava û başûrê Helebê ji mijdara 2019an vir va 450 hezar sivîl ji cih û warên xwe bûn.

Ji ber êrîşên artêşa Esed, Rûsya û komên terorîst ên biyanî yên Îran piştgiriyê dide, sivîlên li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya li Îdlibê dimînin koçî ber sînorê Tirkiyeyê dikin.

Li gor agahiyên Koordînatoriya Midaxaleya Sûriyeyê her çiqas li Îdliba Sûriyeyê agirbest hatibe îlankirin jî, êrîşên artêşa rejima Esed, Rûsya û komên terorîst ên biyanî yên ku Îran piştgiriyê dide wan êrîşên xwe didomînin. Di van êrîşên ji 12ê çileya paşîn vir va dewam dikin da 62 sivîl hatin kuştin û 31 û 500 kesî jî ji cih û warên xwe koç kirin.

- Digel agirbestê êrîş dewam dikin

Wezareta Parastina Rûsyayê daxuyandibû li Îdliba Sûriyeyê di 9ê Çileya Paşîn da ji saet 14.00an pê va agirbestê dest pê kiriye. Lê rejim û komên terorîst ên biyanî yên Îran piştgiriyê didin êrîşên xwe domandibûn.

Wezareta Parastina Neteweyî ya Tirkiyeyê jî daxuyandibû li Stenbolê di 8ê Çileya Paşîn da Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn dema civiyabûn biryar hatibû dayîn ku li Libya û Îdlibê agirbest bê îlankirin. Ji 12ê Çileya Paşîn saet 14.00an pê va agirbestê dest pê kiribû.

- Guh nedan peymanên Astanayê û mitabaqata Soçiyê

Bajarê Îdlibê ya ku dikeve bakurê rojavayê Sûriyeyê, ji destpêka şerê navxweyî pê va weke keleha mixalifan û komên çekdar ên dijî rejimê ne ye. Bi koça navxweyî va nifûsê Îdlibê derketiye 4 milyonî. Navenda bajêr di adara 2015an da ketibû destê mixalifan. Îdlib di nav bajarên ku herî zêde dibin hedefa rejimê da ye.

Tirkiye, Rûsya û Îranê di 4-5ê gulana 2017an da di civîna Astanayê da Îdlib, û hin hemêrên bajarên Lazqiye, Hema û Helebê, bakurê Humsê, Xuteya Rojhilat a li Şamê, bajarên Dera û Quneytrayê di serî da 4 herêm wek "Herêma Kêmkêkirina Rageşiyê" îlan kiribûn.

Lê rejimê û terorîstên Îran piştgiriyê dide wan ji van 4 herêman ji bilî Îdlibê herêmên din bi piştgiriya Rûsyayê va bi dest xistin. Bi sed hezaran sivîlên ji êrîşan reviyan xwe sipartin sînorên Tirkiyeyê.

Di navbera Tirkiye û Rûsyayê da di 17ê îlona 2018an da peymanek hatibû îmzekirin. Ji wê demê vir va jî êrîş dewam dikin. Di êrîşan da heta niha ji hezar û 600î zêdetir sivîl hatin kuştin. Ji cihên ku êrîş lê zêde ne di nav 2019an da ji milyonek û 300 hezarî zêdetir sivîlan koçî xeta sînorê Sûriye û Tirkiyeyê kir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın