Li herêma ji destê Hefter hat xilaskirin cesedekî şewitî hat dîtin
Saziya Lêkolîn û Tespîtkirina Windabûyiyan ya girêdayî hikûmeta Lîbyayê li başûrê Trablusê ya ji destê milîsên Xelîfe Hefter hat xilaskirin cesedekî şewitî dît.
Libyan
Saziya Lêkolîn û Tespîtkirina Windabûyiyan ya girêdayî hikûmeta Lîbyayê li başûrê Trablusê ya ji destê milîsên Xelîfe Hefter hat xilaskirin cesedekî şewitî dît.
Li gor daxuyaniya şaxa çapemeniyê ya Operasyona Xezeba Hêrsê ya bi destê hikûmeta Lîbyayê tê meşandin, li herêma Eyn Zarayê di çêwlikekê da cesedê kesekî nasnameya wî nediyar hat dîtin.
Hat daxuyandin li ser îxbara welatiyekî cesedê şewitî hat dîtin û zêde agahî nehat dayîn.
Artêşa Lîbyayê di 25ê Adarê da operasyona "Bahoza Aştiyê" da destpêkirin, di 3yê Hezîranê da Trablus û di 5ê hezîranê da bajarê Terhûneyê ji Milîsên Hefter xilas kir.
Piştî ku Terhûne hat xilaskirin li bajêr û dora wê 11 gorên komî hatin dîtin.