Haydar Şahin
29 Mijdar 2019•Rojanekirin: 30 Mijdar 2019
Yekîneyên Hikûmeta Mitebeqata Neteweyî (HMN) ya li Libyayê êrîşî kozikên Xelîfe Hefter ên li başûrê Terablusa paytextê welêt kirin.
Mihemed Kanunuyê berdevkê yekîneyên HMNyê di daxuyaniya nivîskî da diyar kir ku di operasyona li Hallata herêma li başûrê Terablusê kirin da 5 kesên ji hêzên Hefter derdest kirin û dest dan ser 3 wesayîtên bi sîlah.
Kanunu diyar kir ku di çarçoveya operasyonê da bi sîlahên giran li kozikên hêzên Hefter xistin.
Xelîfe Hefterê serokê hêzên çekdar ên li rojhilatê Libyayê ji bo zeftkirina Terablusê di 4ê nîsanê da ferman dabû, li ser vê yekîneyên HMNya navneteweyî tê naskirin operasyona Burkan el Xezabê dabûn destpêkirin.
Li gor daneyên Neteweyên Yekbûyî di pevçûnên ji nîsanê vir va li Libyayê dewam dikin da ji 1000î zêdetir kes hatin kuştin, ji 5 hezarî zêdetir kes jî birîndar bûn.