Dinya

Li Herêma Kurdistanê qasî milyonekî koçberên navxweyî û penaber dijîn

Önder Beyter  | 20.10.2020 - Rojanekırın : 21.10.2020
Li Herêma Kurdistanê qasî milyonekî koçberên navxweyî û penaber dijîn

Arbil

Hat ragihandin ku li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) 996 hezar û 861 koçberên navxweyî û penaber hene ku ji ber teror û pevçûnên nava welêt cih û warên xwe terikandine.

Navenda Kordînasyona Hevbeş a Krîzê ya Wezareta Karên Navxweyî ya HKIyê li ser rewşa koçberên navxweyî û penaberan raporek weşand.

Di raporê da hat destnîşankirin ku li parêzgehên Hewlêr, Silêmanî û Duhokê 737 hezar û 365 koçberên navxweyî û 259 hezar û 496 penaber hene, ji van kesan jî ji sedî 37ê van belayî 37 kampan bûne.

Hat diyarkirin ku ji koçberên navxweyî û penaberan jê ji sedî 49 li Hewlêrê, ji sedî 30 li Duhokê û ji sedî 21 jî li Silêmaniyê tên starkirin.

- Penaberên Sûriyeyî û koçberên navxweyî yên Iraqê

Li Sûriyeyê dema di dawiya 2011an da şerê navxweyî dest pê kir, nexasim gelek Kurdên Sûriyeyî yên ku li bakurê welêt rûdiniştin, koçî HKIyê kirin. Koçber, Hewlêr di serî da li kampan an jî di malên ku bi derfetên xwe girtine da jiyana xwe didomînin.

Piştî ku rêxistina terorê DEAŞê hezîrana 2014an ji sisêyan yekê Iraqê kir kontrola xwe û şûnda jî li Iraqê ji parêzgehên ku rûniştvanên wê bi piranî sunî ne, ber bi HKIyê koça navxweyî çêbû.

Her wiha ji ber hebûna rêxistina terorê PKKyê ku êrîşa DEAŞê ya tebaxa 2014an a dijî Şengalê kir hincet û li herêmê bi cih bû jî gelek Êzdî jiyana xwe li kampan didomînin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.