Dinya

Li Helebê qedexeya derketina derva hat îlankirin

Ahmet Karaahmet  | 08.01.2026 - Rojanekırın : 09.01.2026
Li Helebê qedexeya derketina derva hat îlankirin

Halab

Heyeta Operasyonên Artêşa Sûriyeyê li taxên Şêx Meqsûd, Eşrefiye û Benî Zeyda ser Helebê ku di binê dagirkeriya rêxistina terorê PKK/YPGya navê HSDyê bi kar tîne da ye, ji saet 13.30î pê va heya danezaneke duyem îlankirina qedexeya derketina daxuyand.

Di daxuyaniya Heyeta Operasyonan da ji gel hat xwestin ku ji deverên aîdê PKK/YPGyê dûr bisekinin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku ji saet 13.30î pê va li taxên navborî dijî kozikên PKK/YPGyê operasyon wê dest pê bikin.

- Pevçûnên li Helebê

Li navenda bajarê Helebê di 6ê Rêbendanê da êrîşên PKK/YPGyê dest pê kirin û di êrîşan da eskerek û 5 sivîl hatibûn kuştin, 31 kes birîndar bûbûn.

Artêşa Sûriyeyê jî bi dehan tank û wesayîtên personelan ên bizirx û eskerên zêde sewqî cihên ku bi PKK/YPGyê ra pevçûn hene.

Ji ber pevçûnan li navenda bajêr xebatên saziyên fermî dabûn sekinandin, navber dabûn dibistan û zanîngehan.

Balafirgeha Navneteweyî ya Helebê jî ji firînan ra hatibû girtin.

PKK/YPGya rêxistina terorê heman rojê danê êvarê li Taxa Suryanê êrîşî dibistan û nexweşxaneyê kiribû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın