Dinya

Li Helebê pevçûnên di navbera artêşa Sûriyeyê û PKK/YPGya rêxistina terorê da dewam dikin

Ömer Koparan  | 07.01.2026 - Rojanekırın : 07.01.2026
Li Helebê pevçûnên di navbera artêşa Sûriyeyê û PKK/YPGya rêxistina terorê da dewam dikin

Halab

 Li Helebê piştî êrîşên PKK/YPGya rêxistina terorê ku navê HSDê bi kar tîne yên li ser cî û warên sivîl û artêşa Sûriyeyê, pevçûn di roja duyemîn da dewam dikin.

Rêxistina terorê serê sibê bi topan li bajêr deverên niştecihbûnê yên sivîlan ên li Taxa Suryaniyan hedef girt.

Di heman demê da li derûdora Eşrefiye û Şêx Meqsûdê jî dem demî dengê pevçûnên ku bi çekên giran tên bihîstin.

Artêşa Sûriyeyê li dijî êrîşên rêxistinê yên li ser deverên niştecihbûnê yên sivîlan bersivê dide.

Ekîbên parastina sivîlan ên girêdayî Rêvebiriya Rewşa Acil a Sûriyeyê û Wezareta Rêvebiriya Afatê malbatên ku li hin taxan di malên xwe da asê mane texliye dikin.

Sivîlên ku ji taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûdê tên texliyekirin, li navendên sitarbûnê tên bicîkirin.

 - Pevçûnên li Helebê

Li navenda Helebê di 6ê Çileya Paşîn da pevçûn çêbûbûn, eskerek û 4 sivîl hatibûn kuştin û 19 kes jî birîndar bûbûn.

Artêşa Sûriyeyê li ser xetên di navbera PKK/YPGya rêxistina terorê da bi dehan tank, esker û wesayît bi cî kiribû.

Li Balafirgeha Helebê seferên balafiran hatibûn rawestandin.

PKK/YPGya rêxistina terorê di êvara heman rojê da êrîşî dibistan û nexweşxaneyeke li Taxa Suryaniyan kiribû.

 - Artêşa Sûriyeyê li Helebê kozikên rêxistina terorê wekî hedefa meşrû îlan kir

Artêşa Sûriyeyê ragihand ku li taxên Helebê Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê hemû kozikên rêxistina terorê PKK/YPGya ku li Sûriyeyê navê HSDyê bi kar tîne, hedefa meşrû ne.

Di nûçeya SANAya ajansa fermî ya Sûriyeyê da ya ku çavkaniya wê, Fermandariya Operasyonên Artêşê ye, hat diyarkirin ji ber ku rêxistinê li taxên Helebê li dijî sivîlan gelek qetlîam kirin, kozikên wê wekî hedefa meşrû hatin îlankirin.

Fermandariya Operasyonên Sûriyeyê bangî gelê sivîl ê taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê kir ku ji kozikên PKK/YPGyê dûr bisekinin û her wiha diyar kir ku du korîdorên ewle hatin vekirin da ku gel zirarê nebîne.

Hat diyarkirin ku "Derwazeyên Awarîd û Kolana Zuhûrê" dê heya saet 15.00an vekirî bimînin.

 - Li Helebê bi hezaran sivîl ji ber pevçûnên PKK/YPGyê dan destpêkirin derbasî herêmên ewle dibin

Li parêzgeha Helebê ya Sûriyeyê, bi hezaran sivîl ji ber pevçûnên rêxistina terorê PKK/YPGyê dan destpêkirin, hewl didin derbasî herêmên ewle bibin.

Piştî ku artêşa Sûriyeyê ragihand ku hemû kozikên rêxistina terorê PKK/YPGya ku li Sûriyeyê navê HSDyê bi kar tîne, hedefa meşrû ne û ji sivîlan xwest ku herêmê biterikînin, bi hezaran sivîlên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê dijîn, ketin rêyan.

Peyamnêrê AAyê yê li biniya taxan e, ragihand ku bi hezaran sivîl hewl didin ji herdu korîdorên însanî yên artêşa Sûriyeyê vekirin, derbasî herêmên ewle bibin.

Sivîlên gihîştin navenda bajêr, diçin navendên hêwirînê yên Walîtiya Helebê û her wiha herêmên ku li gorî wan ewle ne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın