Li Helebê di navbera artêşa Sûriyeyê û PKK/YPGya rêxistina terorê da pevçûn berdewam in
Halab
Li Helebê di navbera artêşa Sûriyeyê û PKK/YPGya rêxistina terorê ku li wê derê navê HSDê bikar tîne da pevçûn berdewam in.
Li gorî çavkaniyên herêmî, piştî êrîşên piştî nîvro yên PKK/YPGya rêxistina terorê yên li dijî wargehên sivîlan û xalên eskerî yên artêşa Sûriyeyê yên li Helebê, pevçûn berdewam in.
Artêşa Sûriyeyê li dijî çeperên PKK/YPGyê bersivê dide û bi dehan tank û wesayîtên zirxî wekî hêz dişîne xetên têkiliyê yên bi rêxistina terorîst ra.
Di saetên êvarê da di êrîşa PKK/YPGê da zarokekî din jî jiyana xwe ji dest da.
- Geştên asîmanî yên li Balafirgeha Navneteweyî ya Helebê hatin rawestandin
Daxuyaniyek nivîskî ji Rêveberiya Giştî ya Asîmangerî û Geştên Asîmanî ya Sûriyeyê ragihand ku ji ber pêşketinên dawî geştên asîmanî ji Balafirgeha Navneteweyî ya Helebê ji bo 24 demjimêran hatine rawestandin.
- Saziyên Fermî yên li Helebê dê Sibê Kar Rawestînin
Waliyê Helebê Ezzam Xerîb li ser hesabê medyaya civakî yê şîrketa X a li DYAyê ragihand ku saziyên fermî dê sibê kar rawestînin, û dibistan û zanîngeh dê girtî bin.
Xerîb diyar kir, "Ji ber rewşa heyî û bombebarankirina nexweşxane û saziyan ji aliyê Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê va, demjimêrên karê fermî dê sibê werin rawestandin."
Di êrîşên ku rêxistina terorîst di nav rojê de pêk anîn de, bi tevahî 5 kes, ku 4 sivîl û 1 endamê hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê ne, jiyana xwe ji dest dan, û 16 sivîl, ku 10 zarok in, birîndar bûn.
PKK/YPGya rêxistina terorê di saetên êvarê da êrîşî dibistana el-Kelîma ya li taxa Suryana Nû û Nexweşxaneya Zahî Ezreq a li taxa Bustana Paşa kirin.
- Daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê
Di daxuyaniyek nivîskî de derbarê pevçûnan da, Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê destnîşan kir ku PKK/YPG di roja sêyemîn de êrîşên xwe yên li dijî yekîneyên artêşê û sivîlan li Helebê dijwartir dike.
Daxuyaniyê destnîşan kir ku rêxistinê Peymana 10ê Adarê binpê dike û tekez kir ku PKK/YPG hewl dide artêşê bikişîne nav şerekî vekirî ku qada wê ya şer ew diyar bike.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
