HAKKARİ
Hat ragihandin ku li bajarê Hakkariyê ev 4 roj in ji 10 xebatkarên gumrikê yên deriyên sinor ê Uzumliyê tu xeber tune.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê girt, 10 xebatkarên gumrikê yên li Deriyê Sinor ê Esendereya Yuksekovayê dixebitîn, ji bo wezifeya berwext şandin Deriyê Sinor ê Uzumliyê ya li sinorê Iraqê.
Xebatkarên ku li navenda Çûkûrcayê dimînin, ji bo betlaneya dawiya heftê çûn malên xwe yên li Yuksekovayê. Ji xebatkarên ku di 10ê tebaxê ji Yuksekovayê vedigeriyan Çûkûrcayê ev 4 roj in tu xeber nayê.
Di heman rojê de endamên PKKya rêxistina terorê li ser rêya Hekarî-Çûkûrcayê xendeq vekiribûn û bi teqemeniyê teqandibûn. Hêzên Ewlehiyê li ser îxtimala ku terorîstan xebatkar revandine sekinîn û dest bi xebatên lêgerînê kirin.