Dinya

Li gorî çapemeniya Îsraîlê, Netanyahu ji ber emrê tewqûfkirinê yê dibe DCN der heqê wê da bide, "pir bi hêrs e"

Ekrem Biçeroğlu, Said Amori  | 28.04.2024 - Rojanekırın : 29.04.2024
Li gorî çapemeniya Îsraîlê, Netanyahu ji ber emrê tewqûfkirinê yê dibe DCN der heqê wê da bide, "pir bi hêrs e"

Quds

 Hat ragihandin, Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu ji ber emrê tewqûfkirinê yê dibe ku Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (DCN) der heqê wê da bide, "bi awayekî nexwezayî pir bi hêrs e."

Di rojanameya Îsraîlê Maarîvê da cih dan nûçeyê, lê çavkaniya wê nehat eşkerekirin.

Hat destnîşankirin, ji ber îhtimala derxistina biryara tewqûfkirinê ya DCNya li Laheyê, Netanyahu "bi awayekî nexwezayî tirsiyaye û pir bi hêrs bûye."

Her wiha hat diyarkirin, di van çend rojên dawî da Serokê Amerîkayê Joe Biden di serî da Netanyahu bi têlefonê bi gelek serok û peywirdarên navneteweyî ra axivî da ku rê li derxistina emrê tewqûfkirinê yê dijî xwe bigire.

Hat diyarkirin ku Serokwezîrê Îsraîlê bi awayekî nerasterast hewl dide zextê li Serok Bîden bike ku dijî biryara girtinê ya muhtemel tevdîran bigire.

Netanyahu di 26ê Nîsanê da li ser medyaya civakî Xê wiha gotibû: "Di bin serokatiya min da Îsraîlê nahêle ku mafê wê yê xweparastinê bi destê DCNyê bê têkbirin. Tehdîda ji bo girtina rêber û eskerên tekane demokrasiya Rojhilata Navîn û tekane dewleta Cihû ya cîhanê nayê qebûlkirin. Em ê serî li ber vê yekê netewînin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.