Dinya

Li gor CENTCOMê entegrasyona PKK/YPGya rêxistina terorê ya di nav artêşa Sûriyeyê da pir girîng e

Mehmet Burak Karacaoğlu  | 11.12.2025 - Rojanekırın : 11.12.2025
Li gor CENTCOMê entegrasyona PKK/YPGya rêxistina terorê ya di nav artêşa Sûriyeyê da pir girîng e

Damascus

 Serokê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Amîral Brad Cooper daxuyand entegresyona PKK/YPGya rêxistina terorê ya ku li Sûriyeyê navê HSDê bi kar tîne ya di nav hêzên hikûmeta Sûriyeyê da, ji bo rewşeke mimkun e bêtîr bê pêşbînîkirin û ewle ya bi îstiqrar ferz e.

Cooper di konferansa Sûriyeyê ya ku ji hêla Enstîtuya Rojhilata Navîn ya ku navenda wê li Washîngtonê ye hat lidarxistin da axivî.

Cooper bal kişand ser peymana entegrekirinê ya ku 10ê Adara sala par pêk hat û diyar kir Washîngton amade ye ku piştgiriyê bide hevdîtinên dewam dikin yên ku di nav da civînên dawî yên li Şamê jî hene.

Amîral Cooper got, "Entegrekirina serkeftî ya HSDê ya di nav hêzên hikûmeta Sûriyeyê da wê bibe sedem ku rewşeke pêkan e bêtîr bê pêşbînîkirin û ewle ya bi îstiqrar çêbibe."

Cooper daxuyand Amerîka û Sûriye di parastina aştî û aramiyê ya li Rojhilata Navîn da xwedî berjewendiyeke hevpar in.

Cooper diyar kir ku ji bo CENTCOMê sê xebatên bingehîn hene û ew wiha rêz kirin, "Bi awayekî xurt şopandina DEAŞê ya li Sûriyeyê, piştgiriya ji bo entegresyona HSDê ya bi Şamê ra û ji bo xurtkirina operasyonên dijî terorê bi Şamê ra hevkarî."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.