Li gor çapemeniya Îsraîlê Trump ji Netanyahu xwest ku "demildest" dawî li êrîşên Xezeyê bîne
Hat îdiakirin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump di axaftina xwe ya bi têlefonê ya bi Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu ra got ku "Dawî li vê bîne."

Quds
Hat îdiakirin Serokê Amerîkayê Donald Trump ji Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu xwestiye ku "demildest" dawî li êrîşên dijî Xeta Xezeyê bîne.
Li gor nûçeya televîzyona Qenal 12 a Îsraîlê Netanyahu di axaftina xwe ya duh da ya bi têlefonê ya bi Netanyahu ra got ku "Dawî li vê bîne."
Hat diyarkirin ku Trump bi awayekî eşkere anî ziman ku dawîlêanîna şer dê bibe alîkarê mizakereyên bi Îran û Erebistana Siûdî ra.
Hat gotin ku Trump der barê êrîşa dijî Îranê da jî hişyarî dan Trump û gote Serokwezîrê Îsrîalê ku bila alternatîfa êrîşa dijî Îranê ji rojevê derxîne.