Dinya

Li gor çapemeniya Îsraîlê welatên Ereban di mijara mizakereya bi Îranê ra da zextê didin ser Trump

Zein Khalil, Gülşen Topçu  | 24.03.2026 - Rojanekırın : 24.03.2026
Li gor çapemeniya Îsraîlê welatên Ereban di mijara mizakereya bi Îranê ra da zextê didin ser Trump

Israel

Çapemeniya Îsraîlê îdia kir, welatên Ereban ji bo ku bi Îranê ra mizakereyê bike, zextê didin ser Serokê Amerîkayê Donald Trump.

Li gor nûçeya KANa têlevîzyona dewletê ya Îsraîlê, welatên Ereban ji bo ku zêdetir zirar û ziyana aborî negihêje wan, zext dan ser Trump û loma di navbera Tehran û Amerîkayê da pêvajoya mizakereyê leztir bû.

Îsraîl dizane ku di navbera Amerîka û Îranê da mizakereyan dest pê kir, lê difikire bê ka feydeya wê çi qas ji bo wan heye.

Li gor nûçeyê, mizakere serkeftî bibin jî nebin jî Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu wê nikaribe daxwaza Trump red bike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.