Li gorî rojnamegerê Îsraîlî Gideon Levy heta ku Îsraîl berdêlê nede dagirkirin bi dawî nabe
Beyrut
Li gorî rojnameger û nivîskarê Îsraîlî Gideon Leyv, artêşa Îsraîlê ne bi tenê di heyama şer da, li ser xaka Filistînê ya 55 sal e dagirkirî ye, her roj wekî rûtîn "sûcê şer" dike û yekane rêya bidawîbûna dagirkirinê ew e ku dest pê bibe û rêveberiya Tel Avîvê berdêlê bide.
Nivîskarê rojnameya Haaretzê ya Îsraîlê Levy, yek ji wan kesên nadir e ku li welatê xwe li dijî dagirkirinê derdikeve û Îsraîlê wekî "rejimeke nijadperest" pênase dike.
Levy qedera 40 salan e li qadê wekî rojnamegerekî qewimînên li Şerîeya Rojava ya dagirkirî dişopîne, di wê baweriyê da ye ku îro roj civak û rêveberiya Îsraîlê di "haletekî ruhî yê pir tundrev" da ye.
Lewma jî Levy ne di wê baweriyê da ye ku Îsraîl dê ji bo aştiyê tawizê bide û her wiha li gorî wî, yekane hêvî, midaxeleyeke navneteweyî ye.
Rojnamegerê Îsraîlî da bibîrxistin ku Serokê Amerîkayê Joe Biden xwe ji hilbijartina nêzîk dibe ra amade dike û ji ber vê çendê jî ev midaxeleya navneteweyî ne muhtemel e.
Levy li Tel Avîvê dijî, di dorhêla online da ji bo peyamnêrê AAyê nirxandin kirin.
Levy rewşa berî niha ya civaka Îsraîlê "heta tu bêjî xirab" pênase kir û bal kişand ku di nav vê meh û nîva dawîn da jî civak bêtir ber bi "nijadperestiyê" şiqitî.
Levy got ji hêla civaka Îsraîlê va tevgereke erênî ya ji bo aştiyê ne mumkin e û wiha axivî: "Ji civaka Îsraîlê ev gav wê neyê avêtin. Îsraîlî wê serê sibekeê ranebin û nebêjin 'dagirkerî pir zalimane ye, rejima nijadperest dereqanûnî ye, hadê em vê yekê dawî bikin. Evê çênebe. Di 55 salên dawîn ya ku dagirkeriyê dewam kir da ev yek pêk nehat, ji vir şûn da jî wê nebe. Heke Îsraîlî ji ber dagirkeriyê berdêlê bidin, ji ber vê dagirkeriyê bên cezakirin û bizanibin ku ewê ji ber dewamkirina vê dagirkeriyê berdêleke pir zêde bidin wê demê ewê dev jê berdin. Lê em hê ne di wê astê da ne. Civaka navneteweyî divê dev ji axaftinê berde û gavan bavêje. Ez wisa texmîn dikim ku ev jî di dahatûyeke nêzîk da pêk neyê. Lê bawer im ew roj wê bê û civaka navneteweyî wê bibêje êdî bes e. Ez benda wê rojê me, lê ew nêzîk xuya nake."
Levy anî ziman ku li Xezeyê sivîl zêde dijîn û êrîşeke wiha ji bo sivîlan pir giran e.
Li gor Levy hema bibêje hemû civaka Îsraîlê di mijara şer da piştgiriyê dide hikûmeta Îsraîlê û wî axaftina xwe wiha domand: "Îsraîlî niha ji bo du armancan bûne yek. Ya ewil berdana hemû dîlan e, armanca ewil ev e. Ya din jî ew wisa bawer dikin ku ew ê Hemasê bi tevahî têk bibin. Bi ya min hikûmet ji bo ku şer bidomîne xwedî piştgiriyê ye."
Levyê rojnamegerê Îsraîlî li ser pirsa "Piştî 'navbera însanî' ku wê sibê bi dawî bibe, Îsraîl wê cardin êrîş bike?" wiha got:
"Ez ditirsim ku wisa be, lê wê di rojên pêş da kifş bibe. Rewşa niha erênî ye. Peyman dewam dike û hêsîr her roj vedigerin malên xwe. Her wiha girtiyên Filistînî jî vedigerin malên xwe, ez ji bo vê kêfxweş dibim. Lê ev heta hetayê dewam nake.
Ez zen nakim ku Îsraîl dev ji şer berde. Hêvî dikim ku wekî berê ser hev êrîş neke, lewra ku wekî berê bê navber êrîş bike, başûrê Xezeyê jî wê kavil bibe. Li vê derê ji 2 milyonî zêdetir meriv hene. Heke başûrê Xezeyê bi temamî îmhe bikin û Hemasê têk bibin jî, roja din tu fikrek û texmîneke Îsraîlê tuneye ku wê çi bibe. Tu plan tuneye. Heke plan tunebe jî divê şer bisekine."
Levy li ser pirsa civaka Îsraîlê wê ji bo aştiyê tawîzekê bide yan na jî wiha got:
"Vê gavê teqez na, (di civaka Îsraîlê da) li dijî Ereban hesteke zêde heye. Pêdiviya me bi pêşengiyeke nû heye. Pêşangiya niha da û raya giştî ya Îsraîlê gelekî tudraw, gelek nijadperest û rastgir e. Ji ber vê jî ez ji bo tawîzê tiştekî nabînim.
Tenê hêvî ew e ku midaxaleya navneteweyî çêbibe, lê li gor min ew jî wê çênebe. Lewra Amerîka dikeve sala hilbijartinê û Ez zen nakim ku Biden zêdetir tiştekî bike. Ez vê gavê tu hêviyekê nabînim."
