Dinya

Li gorî pîlotê şer ê Îsraîlê artêşê li dijî dîlên Îsraîlî ji gavekê şûnda "Protokola Hannibal a girseyî" sepand

Ekip  | 21.11.2023 - Rojanekırın : 22.11.2023
Li gorî pîlotê şer ê Îsraîlê artêşê li dijî dîlên Îsraîlî ji gavekê şûnda "Protokola Hannibal a girseyî" sepand

Ankara

Pîlotê şer ê Îsraîlî Yarbay Nof Erez diyar kir, bi qasî hat fêmkirin, di 7ê Cotmehê da di êrîşa Hemasê da ji bo ku sivîlên Îsraîlî wekî dîl bo Xezeyê neyên birin, artêşê ji gavekê şûnda "Protokola Hannibal a girseyî" sepand ku kuştina dîlan jî dihundirîne.

Di êrîşa Hemasê ya 7ê Cotmehê da hejmara sivîlên hatin kuştin zêde bû û di çapemeniya Îsraîlê da nûçeyên diyar kirin, helîkopterên eskerî yên Îsraîlê yên midaxeleyî êrîşê kirin, tevî Hemasiyan li sivîlan jî xistin, derketin. Li ser vê yekê ew nîqaş hatin kirin ku gelo artêşa Îsraîlê doktrîna ku wekî "Protokola Hannibal" tê zanîn sepand an na.

Pîlotê şer ê Îsraîlî Yarbay Erez der heqê mijarê da ji rojnameya Haaretzê ra axivî û bal kişand, dibe ku hêzên Îsraîlê yên di 7ê Cotmehê da midaxeleyî êrîşa Hemasê kirin, "Protokola Hannibal" sepandibin ku kuştina Îsraîliyên rîsk hebû dîl bên girtin jî dihundirîne.

Erez da bibîrxistin, Protokola Hannibal a navborî di artêşa Îsraîlê da li ser bingeha bûyerên li Libnanê yên 30 sal berê hat plankirin.

- "Hannibala Girseyî"

Yarbayê Îsraîlî diyar kir, di bûyerên 7ê Cotmehê da "Protokola Hannibal" hat sepandin û wiha dewam kir:

"Tê fêmkirin ku ji gavekê şûnda Protokola Hannibal hatiye cîbicîkirin. Lewra ku we rewşeke dîlan tesbît kir, ev Hannibal e. Lêbelê Hannibala ev 20 salên dawîn in me tetbîqata wê dikir, tenê der heqê wesayîtekê da bû ku tê da dîl hebûn. Ya ku me li vir dît jî Hannibaleke girseyî bû. Di çeperan da gelekî ferq û navber hebû, di gelek wesayîtên cuda da yên bi rehîne û bêrehîne, bi hezaran însan hebûn."

- Ji ber ku rexne li hikûmeta Netanyahu girt, ji peywirê hat hildan

Ji aliyekî din va li gorî nûçeyên çapemeniya welêt, Yarbay Erez, piştî rexneyên xwe yên dijî Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu di 31ê Cotmehê da ji peywirê hatibû hildan. Berdevkê artêşa Îsraîlê der heqê mijarê da ragihanibû, Erez dema di xizmeta aktîf da bû, piştî ku "di mijarên siyasî da" xwe îfade kir, ji peywirê hat sitandin.

- Nûçeya Haaretzê

Rojnameya Îsraîlî Haaretz: Dema helîkoptera artêşê gule li endamên Hemasê reşandin, gule li sivîlan jî ketin

Rojnameya Haaretz a Îsraîlî di nûçeya xwe de ya ku çavkanî weke polîs nîşan dabû, îdia kiribû ku di 7ê cotmehê de helîkoptereke şer a Îsraîlê ya ku midaxeleyî êrîşa Hemasê kiribû, li sivîlên di festîvala muzîkê de jî xistibû.

Rojnameya Îsraîlî Haaretzê der barê nirxandina asayişê ya rayedarên ewlekariyê ya ji bo êrîşa Hemasê ya 7ê cotmehê agahî dan.

Di nirxandina rayedarên payebilind ên ewlehiyê yên Îsraîlê de, li ser bingeha qeydên jêpirsîna endamên Hemasê û lêkolîna polîsan a li ser bûyerê, hatibû diyarkirin ku tu agahiya berahî ya Hemasê derbarê festîvala muzîkê ya ku li nêzî Xeta Xezeyê hat lidarxistin de tunebû.

Hatibû ragihandin ku rayedarên ewlehiyê texmîn dikin, Hemasê di dema êrîşê de bi saya dron û hêmanên paraşûtê agahiya wan ji festîvala muzîkê çêbûye, bi bikaranîna pergala ragihandinê ew arasteyî deverê kirine.

Li gor nûçeyê, di jêpirsîna polîsan de, beşdarên festîvalê dema hê dengê çekan nebihîstibûn biryar dane şahiyê rawestînin û ji ber vê karîbûne birevin.

Haaretzê di nûçe ya xwe de îdia kiribû ku di encama jêpirsînê de derketiye holê ku helîkoptera şer a Îsraîlê dema gule li endamên Hemasê reşandin, gule li sivîlên di festîvala muzîkê de jî ketine.

Di nûçeyê de wiha hatibû gotin:

"Li gorî çavkaniyeke polîsan, jêpirsîn jî nîşan dide ku helîkoptereke şer a artêşa Îsraîlê ku hatiye cihê bûyerê û diyare dema terorîstên li wir gulebaran kirine, hin beşdarên festîvalê jî gulebaran kirine. Li gorî polîsan, di festîvalê de 364 kes hatine kuştin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.