Dinya

Li Girava La Palmayê lavên ku ji çiyayê agirîn derketin di 33 rojan da 2 hezar û 185 avahî kirin rijik

Şenhan Bolelli  | 21.10.2021 - Rojanekırın : 23.10.2021
Li Girava La Palmayê lavên ku ji çiyayê agirîn derketin di 33 rojan da 2 hezar û 185 avahî kirin rijik

Madrid

 Li başûrê rojavayê Îspanyayê ji Çiyayî Agirîn ê li Girava La Palmayê lav pekiyan û di 33 rojan da 2 hezar û 185 avahî şewitandin û piraniya avahiyan mal in.

Li gor daneyên Pergala Yekîtiya Ewropayê ya ku ji Peykê Dîmenan Dikişîne (Copernicus), lavên ku ji çiyayê agirîn derketin, 2 hezar û 185 avahiyên herêmê şewitandin, vê gavê rewşa 76 malan jî di xetereyê da ye.

Li giravê ji 19ê îlonê vir va çiyayê agirîn diteqe û lav jê derdikevin. Lavên ku ji du aliyan va ji çiyê diherikin, kişiya ser qadeke 866 hektarî.

Li herêmê 62,6 kîlomêtre rê jî di binê lavan da ma.

Lav gihîştin niştewarê La Lagunayê jî û li vê derê îstgeheke benzînê û dibistanek jî şewitîn.

Duh va ji herêmê ji 1200î zêdetir kes ji malên wan hatin texliyekirin û jimara kesên ku li herêmê malên xwe terikandin, ji 8 hezarî derbas bû.

Nêzî meh û nîvekê ye ku li La Palmayê erdhej çêdibin. Enstîtuya Erdnîgarî ya Neteweyî daxuyand ku di 12 saetên dawîn da bi tevahî 38 caran erd hejiya û erdheja herî mezin 4,3 bû.

Pispor dibêjin ku lav wê di demeke kin da nesekinin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.