Li Fransayê îskeletê dînozorê 150 milyon salî dê li mezatê bê firotin

Ile-de-France
Li paytextê Fransayê Parîsê îskeletê dînozorê 150 milyon salî dê li mezatê bê firotin.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Mizayedexaneya Drouotê, îskeletê dînozorê cisnê "camptosaurus" dê bi mezata dê di 20ê Cotmehê da bê lidarxistin va bê firotin.
Hat destnîşankirin, dînozorê navê "Barry" lê kirin, 150 milyon sal berê jiyaye.
Her wiha hat diyarkirin, dibe ku bihayê îskeletê derkeve heta 1,2 milyon ewroyî.
Ji sedî 90ê qafikê îskeletê dînozorê ku di salên 2000î da li eyaleta Wyomingê ya Amerîkayê hat keşfkirin, tevî diranan heta roja îro qenc hat parastin.
Li Mizayedexaneya Drouotê heta niha di 2022yan da îskeletê dînozorê 150 milyon salî yê bi navê Zephyr qedera bi 673 hezar ewroyî, di 2021ê da jî îskeletê dînozorê 66 milyon salî yê bi navê Big John qedera bi 6,6 milyon ewroyî hatibûn firotin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.