Dinya, Koronavîrus

Li Fransayê tengaya 3 hezar xebatkarên tenduristiyê yên aşiya Kovîd-19ê nebûn ji wezîfeyê hatin hildan

Yusuf Özcan  | 16.09.2021 - Rojanekırın : 17.09.2021
Li Fransayê tengaya 3 hezar xebatkarên tenduristiyê yên aşiya Kovîd-19ê nebûn ji wezîfeyê hatin hildan

Ile-de-France

Olîvîer Veranê Wezîre Tenduristiyê yê Fransayê diyar kir ku tengaya 3 hezar xebatkarên tenduristiyê ji ber ku aşiya mecbûrî ya Kovîd-19ê li xwe nexistin ji wezîfeyê hatin hildan.

Veran daxuyanî da radyoya RTLyê û got li welêt piraniya 2,7 milyon xebatkarên tenduristiyê aşî li xwe xistin.

Veran destnîşan kir ku kêm û zêde 3 hezar xebatkarên tenduristiyê yên aşî red kirin ji wezîfeyê hatin hildan û bihîst ku piraniya xebatkarên ji wezîfeyê hatin hildan biryar dane ku aşî bibin.

Veran got ji ber mecbûriyeta aşiyê bi dehan kesî jî îstifaya xwe da.

Li Fransayê Konseya Qanûna Bingehîn di 5ê tebaxê da biryar dabu ku tevahiyê xebatkarên tenduristiyê û agirkujiyê dibê hetanî 15ê îlonê aşî bibin, biryar di 9ê tebaxê da ketibû rewacê û aşî mecbûrî bibû.

Di çarçoveya pêkanînê da kesên dixwazin herin mekanên kapasîteya wan ji 50 kesî zêdetir dibê yan aşiya xwe bibin yan jî testa negatîf ya PCRyê ya 72 saetên dawîn nîşan bidin an jî di nav 6 mehên dawîn da bi nexweşiyê ketibin.

Li Fransa 9 hefte ye bi sedan hezarî kes rojên şemiyê kom dibin û pêkanînê protesto dikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın