Önder Beyter
02 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 03 Cotmeh 2017
MULHOUSE
Hat ragihandin ku li Fransayê di şewatekê da 3 jê welatiyên tirk 5 kes mirin.
Li bajarê Mulhousea li ser sînorê Swîsreyê ku gelek tirk lê dijîn, li taxa Bourtzwillerê du bi şev şewat derket û di encamê da 5 kes mirin, 3 jê giran 8 kes jî birîndar bûn.
Konsolosê Tirkiyeyê yê li Strazburgê Ozgur Çinar der heqê bûyerê da agahî da peyamnerê AAyê û got ku di qata zemînê avahiya 5 qatî da şewat derket û di kurtedemekê da şewatê bi her derê avahiyê girt. Çinar herwisa destnîşan kir ku ji 5 kesên ku mirin, 3 jê welatiyên tirk in.
Şaredarê Mulhouseê Jean Rottner jî got ku ji 5 kesên ku mirin 4 jê zarok in û herwiha wan maseya krîzê saz kir.
Hat destnîşankirin ku birîndar rakirin çendîn nexweşxaneyên li bajêr.
Dîsa li Mulhouseê di sala 2014an da di şewatekê da ji heman malbatê 3 kes miribûn.