Nihat Kavşut
08 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 09 Berfanbar 2018
PARÎS
Li Parîsa paytextê Fransayê li ser Kolana Champs- Elyseesê polêsan bi xazê midaxeleyî "êlegzeran" kir.
Li Parîsê "êlegzer"ên bihakirina sotemeniyê û rewşa aboriyê protesto dikin ber destê sibehê li ser Kolana Champs-Elyseesê kom bûn.

Çalakvanên tên Kolana Champs-Elyseesê piştî polês li wan digerin derbasî kolanê dibin û car caran di navbera polês û çalakvanan da teşqele derdikeve.
Gorî agahiyan polêsan bi xazê midaxeleyî "êlegzeran" kir.

Wek mayîn gorî nûçeyên di çapemeniya Fransayê da derketibûn li Parîsa paytextê Fransayê beriya xwepêşandan û çalakiyên "êlegzeran" 317 kes hatibûn binçavkirin.

Tê gotin ji ser kesên hatine binçavkirin çakûc û kevir derketine.
Edouard Philippeyê Serokwezîrê Fransayê ragihand ji ber çalakiyên "êlegzeran" yên li paytext Parîsê heta niha 481 kes hatine binçavkirin û 211 kes jî hatine girtin.
Philippe der barê çalakiyên "êlegzeran" da daxuyanî da çapemeniyê û destnîşan kir li paytext Parîsê heta niha 481 kes hatine binçavkirin û 211 kes jî hatine girtin.
Li Parîsê "êlegzer"ên bihakirina sotemeniyê û rewşa aboriyê protesto dikin ber destê sibehê li ser Kolana Champs-Elyseesê kom bûn.
Çalakvanên tên Kolana Champs-Elyseesê piştî polês li wan digerin derbasî kolanê dibin û car caran di navbera polês û çalakvanan da teşqele derdikeve.
Gorî agahiyan polêsan bi xazê midaxeleyî "êlegzeran" kir.
Laurent Lunez Wezîrê Berpirsyarê Karên Navxweyî yê Fransayê diyar kir ku hejmara "êlegzerên" li tevahiyê welêt hatin binçavkirin derket 700î.
Lunez daxuyanî da têlevîzyona France 2yê û diyar kir ku li tevahiyê welêt 31 hezar kes tevlî çalakiyan bûn.
Lunez diyar kir ku li tevahiyê Fransayê ji 700î zêdetir kes hatin binçavkirin.