Dinya

Li Fransayê 40 qeydên sûcê yên karsazê bara ku li Swîsreyê 40 kes di şewata tê da mirin derket

Şeyma Yiğit  | 07.01.2026 - Rojanekırın : 08.01.2026
Li Fransayê 40 qeydên sûcê yên karsazê bara ku li Swîsreyê 40 kes di şewata tê da mirin derket

Ankara

Hat rojevê bara ku li Navenda Kaşûnê ya Crans-Montanayê ya li Swîsreyê ya ku di şewata pîrozbahiya sersalê derket da 40 kes mirin demek dirêj e nehatiye kontrolkirin, diyarkirin ku li Fransayê ji ber fihûş û sextekariyê qeyda sûcê karsazê barê heye.

Li gor nûçeya ku çapemeniya Fransayê sipart çavkaniyên nêzî dosyeya lêpisînêJacques Morettiyê karsazê barê di sala 2008an da li Annecya bajarê wilayeta Haute-Savoieyê ji ber sûcê fihûşê 8 jê taloqkirî 12 meh cezaya hepsê xwar.

Morettî her wiha di sala 2010an da jî li bajarê Bastîayê ji ber gendeliyê sûcdar hat dîtin.

Karsazê bara ku şeva sersalê lê şewat derket negirtî hatibû darizandin û di raya giştî ya Swîsreyê da bertek nîşanê vê dabûn û dozgeriyê eşkere kiribê ku karsazê bi eslê xwe Fransiz e û xanima wî bi hinceta ku "xetereya wan a revê tune" hatine berdan.

Birêvebiriya barê piştî şewata ku gelek kesên hê reşît nebûne tê da mirin ji ber ku destûr daye ku kesên di temenê zarokatiyê da ketine mekana şahiyê bibû sedema nîqaşê.

Temenê kesên di şewatê da mirin di navbera 14 û 39an da ye û di nav 40 kesên mirin da gelek kesên ji 18 salî biçûktir hene.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın