Dinya

Li eyaleta Navendî ya Îranê di êrîşa Amerîka û Îsraîlê da 11 kes hatin kuştin û 15 kes jî birîndar bûn

Ahmet Dursun  | 31.03.2026 - Rojanekırın : 31.03.2026
Li eyaleta Navendî ya Îranê di êrîşa Amerîka û Îsraîlê da 11 kes hatin kuştin û 15 kes jî birîndar bûn

Ankara

Li eyaleta Navendî ya Îranê di êrîşa Amerîka û Îsraîlê ya li ser deverên niştecihbûnê da 11 kes hatin kuştin û 15 kes jî birîndar bûn.

Li gorî ajansa nûçeyan a nîvfermî ya Îranê ISNAyê, Amerîka û Îsraîlê bi şev êrîşî li ser deverên niştecihbûnê yên li navçeya Mehallatê ya eyaleta Navendî kirin.

Alîkarê Waliyê Navendî Hesen Qemerî diyar kir ku di êrîşa bi şev ya Amerîka û Îsraîlê ya dijî navçeya Mehallatê da 11 kes hatin kuştin û 15 kes jî birîndar bûn.

Qemerî her wiha got li 3 deverên niştecihbûnê yên ku rasterast êrîş lê hatin kirin zirareke girîng çêbûye, 4 xanî bi tevahî hilweşiyane û 4 xaniyan jî bi giranî zirar dîtine.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın