Li eyaleta Gîlanê ya li bakurê Îranê 101 kesên bi "Amerîka-Îsraîlê ra têkildar" hatin binçavkirin
Ankara
Hat ragihandin ku li eyaleta Gîlanê ya li bakurê Îranê di operasyonên dijî "sîxûrên bi Amerîka-Îsrîalê ra têkildar in" da 101 kes hatin binçavkirin.
Li gor Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê ya nîv fermî Teşkîlata Polêsan a Gîlanê li eyaleta Gîlanê 101 kesên bi Amerîka-Îsrîalê ra têkildar qefaltin.
Di nûçeyê da agahî hat dayîn ku kesên hatin qefaltin ji ber sûcên "kişandina wêneyên herêmên qedexe û li ser înternetê weşandina van deran yan jî ji dijmin ra şandina peyaman û hewla di nav raya giştî da derxistina endîşe û fikaran" bi kordînasyona darazê hatin tesbîtkirin û binçavkirin.
Ji kesên hatin qefaltin 91 jê "bi armanca di nav raya giştî da derxistina fikar û endîşeyan" belavkirina nûçeyên derew û gotegotan, 10 kes jî ji berê da bi plan kişandina wêne û vîdeoyên ku di hedefa êrîşan da ne û ji dijmin ra şandina van wêne û dîmenan hatin sûcdarkirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
