Li Erzirom, Erdexan, Tuncelî û Qersê bandora seqemê
Erzurum
Li Erzirom, Erdexan, Tuncelî û Qersê seqem bandora xwe didomîne.
Li Erziroma ku bi şev germahiya hewayê weke di binê sifirê da 14 pile hat pîvan, welatiyan camên wesayitên xwe yên qeşagirtî bi zehmetî paqij kir.
Li bajêr, ku germahiya hewayê pir kêm e, ekîban li ser rê û rêyên qeşagirtî xebatên xwêreşandinê pêk anîn.
Şembelîlkên ku ji ber sermayê li ser banan çêbûn hîn jî xetereyek çêdikin.
- Erdexan
Hewaya sar bandor li Erdexanê jî kir.
Berf li bajêr bû sedema serma û seqemê.
Li bajêr bi şev germahiya hewayê weke di binê sifirê da 22 pile hat pîvan, ji ber seqemê her derî qeşa girt.
Bi şev germahiya hewayê li Goleyê weke di binê sifirê da 26 pile, li Damalê di binê sifirê da 24.1 pile û li gundê Yavuzlarê di binê sifirê da 22.5 hat pîvan. Ev cih bûn deverên herî sar ên Tirkiyeyê.
Li ser rêyên qeşagirtî xebat hat kirin.
- Tuncelî
Li Tunceliyê germahiya hewayê bi qasî 2 pileyan daket binê sifirê.
Bi bandora hewaya sar li ser daran qiravî çêbû, çeman qeşa girt.
Lûtkeyên hinek çiyayan di nava mijê da wenda bûn.
Ekîban li ser rêyên qeşagirtî, xebata xwêrijandinê kirin.
- Qers
Piştî barîna berfê li Qersê, hewaya sar û şert û mercên bagerê bandorek neyînî li ser jiyana rojane dike. Li bajarê ku bi berfê hatiye venixumandin dîmenên xweşik derketin holê.
Li navçeya Sariqamîşê, ji ber hewaya sar, li ser banên avahiyan û şaxên daran qeşayên şembelîlk çêbûn û pencereyên xanî, kargeh û wesayîtan qeşa girtin.
Gamze Ekinciya welatî diyar kir ku piştî barîna berfê hewa sar bûye û got, "Ji ber ku bi şev qiravî dikeve pencereyên otomobîlên me jî sibehan wiha qeşa digirin, zivistan berdewam e."
Berf û hewaya sar bandor li navçeya Akyakayê jî kir. Li navçeya ku bi berfê hatiye venixumandin dîmenên xweşik derketin holê.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
