Dinya

Li Ermenistanê ji ber şewata 15 esker tê da mirin Fermandarê Parartêşa 2yemîn ji wezîfeyê hat hildan

Yavuz Aydın  | 19.01.2023 - Rojanekırın : 20.01.2023
Li Ermenistanê ji ber şewata 15 esker tê da mirin Fermandarê Parartêşa 2yemîn ji wezîfeyê hat hildan

Ankara

 Li herêma Gexarkunîkê ya Ermenistanê nêzî gundê Azatê di yekîneya eskerî da şewat derket û 15 esker mirin, 3 esker birîndar bûn û ji ber vê bûyerê Fermandarê Parartêşa 2yemîn Mîralay Vahram Grîgoryan ji wezîfeyê hat hildan.

Serokwezîr Nîkol Paşînyan diyar kir ku wî di civîna Lijneya Wezîran da ji bo Fermandarê Parartêşa 2yemîn Mîralay Vahram Grîgoryan ji wezîfeyê bê hildan daxwazname ji Serokomariyê ra şandibû û daxwaza wî hat pesendkirin.

Di çapemeniya herêmî da hat gotin ku daxwaza Paşînyan bi cî hatiye û tevî Fermandarê Parartêşa 2yemîn Grîgoryan, 4 mîralay, 2 serheng û 2 jî serbaz ku di şewatê da qisûra wan jî heye ji wezîfeyê hatin hildan.

Ji hêla din va hat gotin ku di encama lêkolîna rayedarên Ermenî da derket holê ku ji ber benzîn bi sobeyê da kirine şewat derketiye.

Di Liqa Îstîhqamê ya qişleyê da ku nêzî gundê Azata ser Gexarkunîkê ye, li gor saeta herêmê dora 01.30î şewat derketibû û 15 esker miribûn û 3 esker jî birîndar bûbûn.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın