18 Sibat 2016•Rojanekirin: 18 Sibat 2016
ANKARA
Piştî 4 mehan ji êrîşa pêşiya Gara Trenê ya Enqereyê ku di 10ê Cotmeha 2015an da hatibû lidarxistin, terorê êrîşeke nû li Enqereyê li dar xist. Li Kolana Merasîmê ya ku Bulvara Înoniyê bi Caddeya Dikmenê ve girêdide, di dema derbasbûna servîsa eskerî da seat 18.31ê da teqînek çêbû.
Kuştî û birîndar hebûn û gelek ambûlans û îtfaiye sewqî cihê bûyerê kirin.
Ekîbên kontrolkirina cihên bûyeran ya Mudûriya Ewlekariya Enqereyê li cihê teqînê dest bi xebatê kir.
Waliyê Enqereyê Mehmet Kiliçlar der barê bûyerê de wiha got, "Teqîn di dema derbasbûna konvoya servîsa eskerî da çêbû. Li gorî agahiyên sereke 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û 10 kes jî birîndar bûn."
Kiliçlar herwiha got, "Tê texmînkirin ku teqîn bi wesayîteke bombebarkirî hatibe kirin."
Di daxuyaniyê walîtiyê da hat destnîşankirin ku li gorî agahiyên sereke 18 kesî jiyana xwe ji dest daye û 45 kes jî birîndar bûne.
Sererkaniyê di daxuyaniya xwe ya di vê der barê da got, "Îro seat 18.31ê da di dema ku di lempeyê trafîkê da disekinin êrîşeke terorê li dijî kerwana servîsê ya personelên eskeriyê hat lidarxistin."
Di daxuyaniyê da herwiha hat gotin, "Em vê êrîşa nemerdane û xayin bi tundî şermezar dikin. Xwedê rehma xwe li hevalên me yên qehreman yên ku jiyana xwe ji dest dan bike. Xwedê sebrê bide malbatên wan, serê wan û yê gelê Tirk yê ezîz sax be. Em hîvaya şîfaya xêrê ji heval û welatiyên xwe ra dikin."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der heqê êrîşa terorê ya li dijî konvoya servîsa leşkerî ya li Enqerê da got : "Tu sînorê exlaqî û mirovahî yên van êrîşan tunene. Têkoşîna me ya li dijî van êrîşkarên piyon û hêzên li pişt wan wê her roj bi biryardartir bidome."
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Kurtulmuş der heqê êrîşa terorê ya ku li Enqerê hat kirin da daxuyanî da. Kurtulmuş di daxuyaniya xwe da wiha got:
"Îro li Enqerê di saet 18.31ê da dema ku wesaîtên servîsa personelên me yên leşkerî li ser Bûlwara Înonuyê di lembeyên trafîkê da sekinîbûn, bi wesaîteke bombebarkirî va êrîş li wan hat kirin. Mixabin li gor agahiyên ku hatin destê me 28 welatiyên me mirin. Di nav kesên ku wefat kirin da birayên me yên esker jî hene, sivîl jî hene. Em wisa texmîn dikin."
Serokwezîr Davutoglu jî der heqê êrîşa li Enqereyê pêk hat da wiha got : "Em li dijî hemû rêxistinên terorê têkoşîna mafdar didin û em ê tu carî paşda gav nevêjin. Destên şer wê vê êrîşa menfûr îstismar bike û dibe ku provokasyonê derxe. Ez li dijî van destên şer bi feraseta mezin û aqlê selîmiya gel bawer im. Demeke dirêj e miletê me dibe hedefa terorê û mil daye hev û gelek badîre derbas kiriye. Milletê me wê li hember êrîşên wiha jî tevkariyê bike û ji hedê van şert û mercên dijwar derê. Dewleta Komara Tirkiyê bêyî ku ji hedê hiqûq û edaletê derbikeve, prîmê bide teror û şîdetê, wê di serî da ewlehiya xwe ya neteweyî biparêze, nirxên mirovahiyê li ser navê her kesî biparêze û parastinê bidomîne."