Önder Beyter
05 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 06 Rêbendan 2020
Li Endonezyayê hejmara qurbaniyên lehî û hezazan derket 60î.
Berdevkê Rêveberiya Ajansa Afatê ya Neteweyî (BNPB) Agus Wibobo di daxuyaniya xwe da ragihand ku ligel paytext Cakartayê, li bajarên Depok, Bekasi, Tangerang û herwiha herêmên Bogor û Lebakê ji serê salê vir va baran dewam dike ku di encamê da lehî rabûn û hezaz çêbûn. Wibobo diyar kir ku di encama van lehî û hezazan da hejmara qurbaniyan derket 60î.
Wibobo herwiha got ku li herêma Lebakê ji ber lehiyê 2 kes wenda ne, piştî xebatên kêmkirina tesîra afatê, hejmara mexdûrên lehiyan ên ku di stargehên berwext da diman, ji 173 hezarî berjêrî 92 hezarî bû.
Di vê navberê da li herêmên berfireh ên ku lehî û hezazan lê dan, xebatên paqijî û temîrê dewam dikin.
Saziya Meteorolojî, Avûhewa û Jeofîzîkê (BMKG) jî di daxuyaniya xwe ya duh da ragihandibû ku barana gumrah dê heya 10 rêbendanê dewam bike û lewma jî hişyarî dabû.
Li Endonezyaya ku li ser kembera Ekvatorê ye, nexasim nîsan û cotmehê baraneke zêde dibare û di encamê da pirî caran hezaz çêdibin û lehî radibin.