Li Endonezyayê dibistanek hilweşiya, 3 kes mirin û 102 kes jî birîndar bûn
Hat daxuyandin ku di binê kavilê da herî kêm 65 xwendekarên ku temenê wan di navbera 12-17an da ne hene

Ankara
Hat ragihandin ku li Cavaya Rojhilat a Endonezyayê dibistaneke ku xwendekar şev lê dimînin ya ku dihat nûkirin hilweşiya, li gor agahiyên ewil 3 xwendekar mirin.
Li gorî daxuyaniya polês û xebatkarên lêgerîn û xelaskirinê, li bajaroka Sîdarjoyê ya li Cavaya Rojava dibistaneke ku xwendekar şev lê dimînin ya ku dihat nûkirin hilweşiya.
Di daxuyaniyê da hat gotin li gor agahiyên ewil 3 xwendekar mirin, 102 kesên ku birîndar bûn jî rakirin nexweşxaneyê.
Hat daxuyandin ku di binê kavilê da herî kêm 65 xwendekarên ku temenê wan di navbera 12-17an da ne hene, ji ber talûkeya avahî dibe ku ji nû va hilweşe xebatên lêgerîn û xelaskirinê asteng dibe.
Li gor nûçeya malpera Jakarta Globeyê, ekîbên lêgerîn û xelaskirinê piştrast kirin ku di bûyerê da herî kêm 3 kes mirine.
Ajansa Rêvebiriya Afatê ya Neteweyî ya Endonezyayê (BNPB) daxuyand ku 102 kes hatine texliyekirin, herî kêm 77 xwendekarên birîndar rakirine nexweşxaneyên li Sîdarojê.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.