NEW YORK
Li Emerîkayê protestoyên li hember pasvanê çermspî George Zimmerman yê ku ciwanê reşik Trayvon Martîn kuşt û serbest hat berdan dewam dikin. Piştî ku biryar hat diyarkirin li New Yorkê gelek protesto hatibûn kirin. Îro jî li New Yorkê du cihên cûda kom li hev civiyan û bertek nîşanî vê biryarê dan.
Li Bronxa ku bi piranî reşik li wir dijîn komeke nêzîkî hezar kesî li hev civiya û diyar kirin ku qebûlkirina bêsûcîya Zimmerman "nijadperestî" ye. Piştî axaftinên li Plazaya Poînt Huntsê, kom ji bo protestokirinê nêzîkî du saetan meşiya. Erebeyên ku ji wir re derbas dibûn û kesên li malên nêzîkî wir rûdiniştin jî piştgirî dan wan.
Kom bi slogan û pankartên ku li ser "Edalet tunebe, aşitî jî tuneye", "Em ê li ber xwe bidin", "Ji bo Trayvon edalet" nivîsî heta kolana 149an meşiya.
Ji hêla din li New Yorkê Union Squarê, li paytext Washingtonê, li Ohîoyê, li Chîcagoyê, li Los Angelesê û eyaletên din jî protesto hatin kirin. Protesto piranî bi tevgereke aştiyane dewam dikin.
Hat ragihandin ku protesto di nav heftê de wê bi komên biçûk dewam bikin, lê roja şemiyê gelek bajaran çalakiyên mezin wê bên li dar xistin.
Wezîrê Edaletê Eric Holder li Washingtonê di çalakiyekî de cara ewil axivî û ragihand ku kuştina Trayvon Martîn (17) trajîk e û ne pêwîst bû.
Holder wiha got: "Xeynî vê biryara qanûnî, ev bûyera dilsoj ji bo gelê me derfetekê dide me ku em li ser mijarên diltezîn bi duristî biaxivin. Divê em wek berê nehêlin ku ev derfet ji destê me here. Ev axaftin helbet wê pir bi zor be, herî zêde jî ji bo malbata Travyon."