Li El-Îxbariyeya qenala televîzyonê ya fermî ya dewleta Sûriyeyê cara ewil weşana Kurdî hat kirin
- Nimet Dawûd: "Li Şama paytextê Sûriyeyê cara ewil bi zimanê Kurdî bulteneke fermî û weşanek tê kirin. Ev weşan rojeke dîrokî ye."
Istanbul
Nimet Dawûdê Endamê Serokatiyê ya Konseya Neteweyî ya Kurdên Sûriyeyê (ENKS) bû mêvanê bultena Kurdî ya El-Îxbariyeya qenala televîzyonê ya fermî ya dewleta Sûriyeyê.
Di hevpeyvîna ku bi temamî Kurdî hat kirin da Dawûd got ku wek heyeta ENKSê civîna ku bi Serokomarê Sûriyeyê Ehmed Şara ra kirin xwedî girîngiyeke dîrokî ye.
- "Weşana Kurdî rojeke dîrokî ye"
Endamê Serokatiya ENKSê Dawûd dema dest bi axaftinê xwe kir diyar kir ji ber ku televîzyona dewletê ya fermî ya Sûriyeyê "Cara ewil weşana Kurdî kir" dixwaze spasiyê bike û wiha axivî:
"Ez di destpêka axaftina xwe da dixwazim ku spasiya we bikim. Li Şama paytextê Sûriyeyê cara ewil bi zimanê Kurdî bulteneke fermî û weşanek tê kirin. Ev weşan rojeke dîrokî ye. Gelekî spas dikim. Ez hemû gelê Sûriyeyê û gelê Kurd pîroz dikim. Ji bo televîzyona we serkeftinê dixwazim."
Nimet Dawûd eşkere kir ku hatina wan a Şamê û hevdîtina bi hikûmetê ra ji bo bi hev ra avakirina Sûriyeyê peywireke neteweyî ye û hevdîtina bi serokomar ra hat kirin ji bo konseyê serbilindî û rûmetek e.
Endamê ENKSê Dawûd diyar kir ku heyetê der barê pêşeroja Sûriyeyê û rewşa niha da vîzyona xwe ya siyasî pêşkêş kir û destnîşan kir ku gelê Sûriyeyê li hemû herêmên hewceyê aştî û îstiqrarê ye û got ku Sûriyeyê bi taybetî Kurdan ji bandorên xirabker ên şer û bûyerên şîdetê zirarên mezin dît.
Dawûd diyar kir ku konsey ji ber "lihevkirina di demek nêz da di navbera hikûmeta Sûriyeyê û HSDyê da çêbû" memnûn e û ev îradeya gel temsîl dike û bi awayê herî baş xizmetî berjewendiyên welêt dike.
Dawûd her wiha destnîşan kir pêkan e ku mijarên binîqaş bi rêya diyalogê bên çareserkirin û armanc parastina berjewendiyên hemû aliyên gel e.
Serokomarê Sûriyeyê Ehmed eş-Şara bi heyeta Konseya Neteweyî ya Kurdan (ENKS) ra hevdîtin kiribû.
Di daxuyaniya Serokomariya Sûriyeyê da hatibû gotin ku Şara li Qesra Gel a li paytext Şamê Mihemed Îsmaîlê Serokê Konseya ENKSê û heyeta pê ra qebûl kir.
Şara di hevdîtina xwe ya bi heyeta ENKSê ra destnîşan kiribû ku "dewlet girêdayî teahuda xwe ya ku di çarçoveya destûra bingehîn da mafên welatiyên xwe yên Kurd hilde bin temînatê ye."
Heyeta ENKSê jî di hevdîtinê da diyar kiribû ku ji ber Biryarnameya 13emîn a ku Serokomarê Sûriyeyê Şara îmze kir memnûn in û biryarnameyê "ji bo xurtkirina mafan, parastina nasnameya çandî û civakî wekî pêngaveke girîng" nirxand.
Di biryarnameya ku Serokomarê Sûriyeyê Ehmed Şara di 16ê rêbendanû da îmze kiribû da hatibû gotin ku "Welatiyên Kurd ên Sûriyeyî wekî parçeyeke eslî û bingehîn ên gelê Sûriyeyê tên qebûlkirin."
Di biryarnameyê da hatibû eşkerekirin ku "Dê hevwelatîbûnê bidin kesên Kurd ên ku li bajarê Hesekê nehatine qeydkirin û şêniyên axa Sûriyeyê ne" û perwerde û çand jî di nav da di hin qadan de mafên cur bi cur hatibûn dayîn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
