Dinya

Li Ehmedabada bajarê Gucerata eyaleta Hindistanê balafira ku 242 kes tê da bûn ket

Komîserê Polêsên Ehmedabadê piştrast kir ku di qezaya ku 41 kes birîndar bûn da 204 kes mirin

Irmak Akcan, Ayşe İrem Çakır, Aynur Şeyma Asan, Zeynep Katre Oran, Damla Delialioğlu  | 12.06.2025 - Rojanekırın : 14.06.2025
Li Ehmedabada bajarê Gucerata eyaleta Hindistanê balafira ku 242 kes tê da bûn ket

Ankara

 Hat ragihandin ku nêzî balafirgeha li Ehmedabada bajarê Gucerata eyaleta Hindistanê balafira rêwiyan a ku 242 kes tê da bûn ket.

Li gor nûçeyên di çapemeniya Hindistanê da balafira rêwiyan a ku ji Balafirgeha Navneteweyî ya Sardar Vallabhbhai Patel a li Ehmedabadê diçû Balafirgeha Gatwîckê ya Londonê demek kurt piştî rabûnê ket.

Şirketa rêhewayê ya Aîr Indîayê eşkere kir ku di balafira "Aîr Indîayê" da 242 rêwî û muretebat hebûn û ji rêwiyan 169 jê welatiyên Hindistanê, 53 jê welatiyên Îngiltereyê, 1 jê welatiyê Kanadayê û 7 jê jî welatiyê Portekîzê ne.

Li gor nûçeya Indîa Todayê Komîserê Polêsên Ehmedabadê G.S Malîk piştrast kir ku di qezaya ku 41 kes birîndar bûn da 204 kes mirin. Daxuyanî nehat dayîn ka kesên mirin û birîndar bûn ji kesên di balafirgehê da ne yan ji kesên cihê ku balafir lê ket in yan na.

Der barê sedema ketina balafirê da hê tu daxuyaniyên fermî nehatin dayîn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın