Dinya

Li Efxanistanê ji ber şert û mercên hewayê yên neyinî herî kêm 60 kes mirin

Bilal Güler  | 16.03.2024 - Rojanekırın : 17.03.2024
Li Efxanistanê ji ber şert û mercên hewayê yên neyinî herî kêm 60 kes mirin

Afghanistan

 Li Efxanistanê ji ber şert û mercên hewayê yên neyinî di 25 rojên dawîn da ji 60î zêdetir mirov mirin.

Mele Canan Saîkê Berdevkê Wezareta Dewletê ya ji Afetên Tebiî Berpirsyar ê hikûmeta berwext ê li Efxanistanê daxuyanî da rojnamevanan û got ku ji ber berfa gur, baran û hewaya sar a li tevahiya welêt bi bandor e di 25 rojên dawîn da herî kêm 60 kes mirin, 34 kes jî birîndar bûn.

Saîk diyar kir ku ji 1600î zêdetir xaniyan jî xisar dîr û got ku bi hezaran heywan telef bûn.

Ji hêla din va gelek rêyên li herêmên bakur û navîn ên wekî Bamyan, Ghor, Sar-e Pol, Nuristanê jî rê hatin girtin.

ji bo ku Tunela Salengê ya ku Kabîla paytext bi bakurê Efxanistanê va girê dide ji trafîkê ra bê vekirin xebat dewam dikin.

Li Efxanistanê par ji ber şert û mercên hewayê yên neyinî nêzî 200î mirov miribûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.