Li Efxanistanê jimara kesên ku di erdhejê da mirin derket 2 hezar û 205an

Ankara
Li wilayeta Kunarê ya ku dikeve rojhilata Efxanistanê 31ê Tebaxê şeva yekşemê bi mezinahiya 6an erd hejiya û jimara kesên ku di erdhejê da mirin, derket 2 hezar û 205an.
Li gor nûçeya ku ToloNewsê spart Alîkarê Berdevkê hikûmeta berwext a Efxanistanê Hamdullah Fitrat, di erdhejê da jimara kesên ku mirin, derket 2 hezar û 205an, jimara birîndaran jî derket 3 hezar û 640î.
Di nûçeyê da hat gotin ku tesîra erdhejê herî zêde li ser herêmên Nur Gul, Sawkî, Çapa Dara û Manogiyê çêbû û li van herêman xebatên xelaskirinê dewam dikin.
Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) di 31ê Tebaxê da daxuyandibû ku navenda erdhejê ji aliyê bakurê rojhilatê va 27 kîlomêtre dûrî Celalabada nêzî sînorê Pakistanê ye, 8 kîlomêtre di binê erdê da çêbûye û mezinahiya erdhejê 6 e.