MEZAR-I ŞERÎF
Li bajarên Faryab û Badahşanê di operasyonên ku li dijî Talîbanê hatin lidarxistin de hat ragihandin ku 71 kes mirin.
Waliyê Faryabê Mihemedûllah Betaş daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir operasyonên ku hêzên ewlehiyê du hefte berê li dijî milîtanên Talîbanê dabûn destpêkirin, bi awayekî serkeftî bi dawî bû. Di operasyonan de 57 milîtanên Talîbanê û 5 wazîfedarên ewlehiyê mirin û 43 milîtan jî birîndar bûn.
Betaş, destnîşan kir ku bi saya operasyonan herêmên ku di bin kontrola Talîbanê de bûn ji destê wan hat xelaskirin û li cihên ku operasyon hatin kirin cebilxane û gelek jî çek hatin bidestxistin .
Ji aliyê din ve li Vardûça navçeya Badahşanê di operasyonên ku hatin lidarxistin de 8 milîtanên Talîbanê û polêsek mirin.
Berdevkê Walîtiya Badahşanê Ahmad Navîd Fûrûten daxuyanî da AAyê û da zanîn ku 4 milîtan û polêsek jî birîndar bûn.